23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Em rê nadin Heşdî Şebî derbasî axa Kurdistanê bibe

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 78 0 0

    Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku em rê nadin rêxistina Heşdî Şebî derbasî axa Kurdistanê bibe û ji biryara referandumê veger tuneye.

    Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya rojnameya AL-Heyatê de got: "Armanca referanduma serxwebûna Kurdistanê ev e ku kurd ji karesat û ji şerên nû werin parastin. Em ji biryara referandumê venagerin."

    Mesûd Barzanî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Heke rêxistina Heşdî Şebî beşdarî operasyona kontrolkirina Telaferê bibe, metirsî heye ku çalakiyên operasyonên tolhildanê bêne kirin. Erkê Artêşa Iraqê ye ku wan navçeyan azad bike. Ti pirsgirêkên me ligel Heşdî Şebî nînin, lê bêguman em nahêlin ew hêz derbasî Kurdistanê bibe."

    Barzanî di dirêjiya hevpeyvîna xwe ya ji bo Kerkûkê de jî got: "Em naxwazin li ti deveran rûbirûyî tu kesî bibin, em dixwazin Kerkûkê bikin mînakeke bihevrejiyana neteweyî, olî û mezhebî. Gelê kurd di sedsala derbasbûyî de ji bo parastina hebûna xwe qurbaniyên mezin dan. Niha Kurdistan bihêztir e û rêxistina terorîst a mezin têk bir. Bi van berdêlan dikare parastina civaka navdewletî jî bike."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Gelê Kurdistanê ne bi tundî bi aştî mafên xwe dixwaze
    Barzanî: Kurd li Tirkiye û Îranê hene, loma li dijî referandûmê derdikevin
    Wezîrê amerîkî ji Barzanî û Ebadî daxwaz kir ku pirsgirêkan çareser bikin
    Barzanî bersiv da daxwaza Sekreterê Komkara Erebî
    Barzanî: Ti gel heta daxwaz neke nagihe armanca xwe
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Heşdî Şebî, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de