23:05 23 Îlon 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê Keçên Kurd

    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Salih Turan
    0 64 0 0

    Piştî diyarbûna tarîxa 25ê Îlona 2017an bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, ji bilî nîqaş û gotûbêjên qada siyasî, li ser medya civakî jî bi nivîs, wêne û vîdyoyan kampanyayên referandûmê têne meşandin.

    Hin caran bi hastagan hin caran bi wêne û anîmasyonan, hin caran jî piştgiriya referandûmê bi stranan li ser medya civakî tê nîşandan.

    Hunermendê Kurd Şivan Perwer jî yek ji wan kesan e ku piştgiriyê dide referandûma serxwebûnê. Ev çend roj in vîdyoyeke Şivan Perwer ya straneke ku li ser serxwebûnê strandiye li ser torên civakî tê belavkirin.

    ​Di hin parvekirinan de rojên mayî yên çûna ser sindoqên hilbijartina referandûmê bi wêne û anîmasyonan tê nîşandan.

    ​Ji xeynî helmetên ser medya civakî li bajarên Herêma Kurdistanê jî li sûk û bazaran dîmenên rengîn ên pêşwazîkirina referandûmê belav dibin.
    Li dikanekê xuya dike ku cil û bergên bi nivîs û wêneyên piştgiriya referandûmê hatine amadekirin têne firotin.

    ​Herwiha di parvekirineke din de tê xuyakirin li bajarê Kerkûkê yê ku hîn statuya wê diyar nebûye jî niştecihên bajêr ku mafê wan ê beşdarbûna hilbijartina referandûmê heye, bi helmetên cuda amadekariya xwe dikin.

    ​Li ser bihurdeyeke rêyeke navenda bajarê Kerkûkê ciwan pankart û nivîsên kampanyayên referandûmê datînin.

     

    Etîketan:
    Referandûm, Serxwebûn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de