13:41 19 Mijdar 2017
Zindî
    mesûd barzanî

    Barzanî: Gelê Kurdistanê ne bi tundî bi aştî mafên xwe dixwaze

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Bayozê Brîtanya yê Iraqê Francis Baker û şandeya pê re civîya. Barzanî piştî civînê ragihand, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafên xwe.

    Li gor çavkaniyên Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê di qonaxa piştî DAIŞê de û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hate kirin.

    Di civînê de rijdbûna li ser biryara lidarxistina referandûmê di 25ê Îlonê de hat rojevê û li ser pêwendiyên Bexda û Hewlêrê yên pêşerojê hat rawestîn.

    Serokê Herêma Kurdistanê ji şandeya Brîtanî re tekez kir, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûrî tundûtûjiyê bigihe mafên xwe û baştirîn pêwendiyên wê ligel Bexda û welatên cîran hebin.

     

    Bi heman mijarî:

    PDK û YNK bo aktîvkirina parlamentoyê li hev civiyan
    Polîsan destûr nedan ku rojnameger bikevin Qada Nobeta Wicdan û Edaletê
    Rojnameya tirk: Dibe her kêlîkê Tirkiye operasyona li ser Efrînê pêk bîne
    Medvedev: Amerîkayê şerê bazirganiyê li dijî Rûsyayê îlan kir
    Iraq: Bila Tirkiye leşkerên xwe ji nav axa me bikşîne
    Du roj di tabûtê de ma û weşana zîndî kir
    Amerîkayê 112 tir çekên nû ji YPGê re şandin
    Etîketan:
    Iraq, Brîtanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de