03:52 21 Tebax 2017
Zindî
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    PDK û YNK bo aktîvkirina parlamentoyê li hev civiyan

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Her du polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo gotûbêjên aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û amadekirina zemîneya li dar xistina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê civiyan.

    Şanda PDKê di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî û Fazil Mîranî, Dilşad Şehab, Mehmûd Mihemed û çend berpirsên din ên PDKê jî di şandê de cih digirin.

    Herwiha şanda YNKê jî bi serokatiya berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya wê partiyê Mele Bextiyar e û her yek ji Îmad Ehmed, Ferîd Eseserd û Xalid Şuwanî di şandê de cih girtine.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de