03:10 23 Îlon 2017
Zindî
    Çekdarên DAIŞê

    DAIŞê li sînorê Herêma Kurdistanê 'Wîlayetek' ava kir

    © AP Photo/ File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13603

    Hat ragihandin ku DAIŞê piştî têkçûna xwe ya li bajarê Mûsilê milîtanên xwe kişandine ser rêze çiyayên Hemrînê ku dikeve sînorê cografî yê Herêma Kurdistanê û li wir bi navê ‘Cebel’ wîlayetek ava kiriye.

    Çavkaniyên hêzên Pêşmerge yên îstixbarî radigiînin ku DAIŞ piştî şikestina Mûsilê li rêze çiyayên Hemrînê bi cih û war bûye û li wir xwe birêxistin kiriye.

    Li gor nûçeya Rûdawê efserê ji lîwaya 11 a Hêza Pêşmerge, Kameran Ehmed da agah da ku DAIŞ rêze çiyayên Hemrînê ji xwe re dike navendeke sereke, navê milîtanên xwe li wir kom dike û li herêmê bi navê Wîlayeta Cebel rêxistîya xwe didomîne.

    '500 MILÎTANÊN DAIŞÊ LI WIR BICIH BÛNE'

    Ehmed diyar kir ku milîtanên DAIŞê bi taybet li aliyê Çemê Zerge, zincîre çiyayên Hemrînê û derdora Hemrînê belav bûne ku dikevin ser başûrê Kerkûkê û bakurê parêzgeha Selahedîn.

    Li gor jêderekî din ê hêzên Pêşmerge ji lîwaya 11 a Hêza Pêşmerge, Ebdullah Mihemed jî piraniya emir û serkirdeyên DAIŞê ji cihên din ên Iraqê ber bi dol û bilindahiyên zincîre çiyayên Hemrînê paşve vekişiyane û tê texmînkirin, derdora 500 milîtanên DAIŞê li wê herêmê bi cih bûne.

    'PÊŞMERGE DI AMADEBAŞIYÊ DE NE'

    Tê ragihandin ku rêze çiyayên Hemrînê wek sînorê cografî yê Herêma Kurdistanê tê nîşandan û hêzeke mezin a pêşmerge jî li hember gefên DAIŞê yên ser navçeyên Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Di gorekî komî de termê 550 leşkeran hat dîtin
    Sûriye bersiva biryara hilbijartina kurdan da: Berdêla wê gelekî baş dizanin
    Dimenên îşkenceya li gundiyê Şemzînanê!
    Belçîka: Em destûr nadin ku Tirkiye biryara referandûmê pêk bîne
    Lavrov hişyar kir: Ji senaryoyên leşkerî yên li Koreyê dûr bisekinin
    Barhilgirê 75 salî: Xeyalê min di pevçûnan de têk çûn û ‘ ti xeyalên min nema ne'
    PKKê 2 otomobîlên leşkerên tirk teqandin
    Tkaçev: Ji bo îtxala firingiyan em ne amade ne
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de