09:56 21 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Kurd li Tirkiye û Îranê hene, loma li dijî referandûmê derdikevin

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (252)
    0 13130

    Ajanisa nûçeyan a Kuweytî(kuna) ragihand ku Barizanî diyar kiriye ku sedema Tehran û Enqere li dijî serxwebûna Kurdistanê derdkevin, ew e ku kurd li wan herdû dewletan hene.

    KUNAyê ragehand ku Barzanî bi şandeyeke medyaayî ya Kuwêtê re civiyaye û di wê civînê da teqez kiriye ku referandûm xeterê li ser ti kesî çênake lê eger rewş wek xwe bimîne wê çaxê xetereke mezin heye û herwiha destnîşan kiriye ku armanca referandûmê ew e ku di gelê Kurdistanê ji karesat û bêtarên siberojê biparêzin.
    Derbarê helwesta welatên cîran da jî, Barzanî diyar kiriye ku têkliyên Herêma Kurdistanê yên aborî û siyasî dê pişitî referandûmê saxlemtir bibin û wiha pê da çûye: "Divê dewletên derdorê ji referandûmê netirsin, ji ber herêmê di 26 salên borî da selmandiye ku ew faktora istqrarê ye li herêmê".

    "AMERÎKA NE LI DIJÎ SERXWEBÛNÊ YE"

    Ji aliyê din ve, Serokê Herêma Kurdistanê got ku sedema Tirkiye û Îran li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derdikevin ew e ku kurd li welatê wan hene.

    Li ser hewlesta Amerîkayê jî Barzanî diyar kiriye ku Amerîka li dijî referandûmê derneketiye lê tenê gotiye, dem ne guncav e.

    Hêjayî gotinê ye ku Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê vê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi şandeya Kuwêtî re dabû lê ti agahî derbarê naverokê da nedabûn.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (252)

    Bi heman mijarî:

    Spanyayê astengî li beriya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê derxist
    Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê dixwaze bi Erdogan re hevdîtin bike
    Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    ENKS: Em dikarin ji bo referandûma serxwebûnê çalekiyan li dar bixin
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, kurd, KUNA, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de