08:30 26 Îlon 2017
Zindî
    Irak petrol

    Bexda li dijî Kurdistanê biryar derxist: Petrola Kerkûkê bidin sekinandin

    © AFP 2017/ YOUSSEF KARWASHAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 73 0 0

    Li gorî çavkaniyên herêmî, Wezareta Petrol a Iraqê bi nivîseke fermî daxwaz ji Şirketa Nefta Bakur dike ku şandina petrola xaw a Kerkûkê ji bo Herêma Kurdistanê rawestîne.

    Cîgirê Wezîrê Petrol ê Iraqê Kerîm Xetab Cefer ê ku bi derxistina petrolê ve eleqedar e, roja yekşemê nivîseke fermî ji Şirketa Nefta Bakur re şandiye û tê de daxwaza rawestandina demildest a petrola Kerkûkê ji bo Herêma Kurdistanê kiriye.

    Di nivîsê de hat daxwazkirin ku li ser pêwîstiyên kar, demildest şandina petrola xaw ji bo şirketa xwe ve bo Herêma Kurdistanê bidin sekinandin, herwiha rasterast berhema zêde ya proseya berhemanînê ji nava blokên taybet were embarkirin.

    Ew biryara Wezareta Petrol a Iraqê di demekê de ye, ku li gorî amarên herî dawîn a lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê, berhema rojane ya petrolê ya 3 blokên neftî yên Şirketa Nefta Bakur, ku rojane 160 hezar bermîl e, bi vî awayî tê dabeşkirin: "40 hezar bermîl bo parzûngeha Kelekê, hezar bermîl bo parzûngehên Kerkûkê, 20 hezar bermîl bo parzûngeha Baziyan, 10 hezar bermîl bo Bexdayê û 50 hezar bermîl jî bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê bihê şandin."

    Bi heman mijarî:

    NY ji bo serxwebûna Kurdistanê: Divê Bexda û Hewlêr bi hev re biryarê bidin
    Balyozê YE: Divê Hewlêr û Bexda kêşêyên xwe çareser bikin
    Ehmed Pîre: Tirkiye bikeve Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexda wê bi hev re xwe biparêzin
    Amerîka: Em dixwazin Hewlêr û Bexda pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin
    Ruhanî: Îran nebaya, DAIŞ’ê Hewlêr û Bexda digirt
    Etîketan:
    Şirketa Nefta Bakur, Cîgirê Wezîrê Petrol ê Iraqê, Kerîm Xetab Cefer, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de