21:53 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    Hevdîtinên cudabûna Iraq û Kurdistanê bi fermî destpê dikin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 97 0 0

    Hat ragihandin ku Komîteya Referandûmê ya Herêma Kurdistanê, hefteya pêşiya me serdana Bexdayê dike û di wê serdanê de Hewlêr bi fermî bi Bexdayê re hevdîtinên cudabûnê dide destpêkirin.

    Şandeya Herêma Kurdistanê ku dê serdana Bexdayê bike ji 9 kesan pêk tê û ji bilî partî û aliyên siyasî yên Kurdî, aliyên Tirkmenî û Xirîstiyan (Mesîhî) jî tê de cî digirin.

    Hat zanîn ku dê ew şande hem berî referandûmê hem jî piştî referandûmê berpirsiyariya danûstandinên bi Bexdayê re bigire ser xwe û wê budçeyek jê re were terxankirin.

    'EMÊ JI BEXDAYÊ RE BÊJIN, BERPIRSÊ HIZRA CUDABÛNÊ HÛN IN'

    Li gor nûçeya Rûdawê Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Fazil Mîranî li ser serdana şandeyê ya Bexdayê got: "Emê ji Bexdayê re bibêjin, hûn ji wê yekê berpirsyar in ku Kurd hizir ji cudabûnê bike. Lewra di berê û niha de we jîngehek ji Kurdan re çênekir ku tê de hest bi aramiyê bikin. Ji ber wê jî em referandûmê dikin."

    'KURDAN BIRYARA XWE DAYE'

    Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK), Mihemed Hecî Mehmûd jî li ser çûna Komîteya Bilind a Referandumê bo Bexdayê diyar kir, Kurdan biryara xwe daye û dê ew biryar jî were bicihanîn.

    "Me biryara xwe daye, em dê bi Bexdayê re biaxivin, lê Bexda ne serpireşt û warisê me ye ku her tiştî bêje me û bi me bide kirin. Ewa ku biryar li ser hatiye dan, dê were cîbicîkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Me got PYD-YPG ne rêxistina terorê ye
    Cenazeya 40 kesan ji goreke komî hat derxistin
    Roja bîranîna kurdên Êzidî
    Ji Hevpeymaniya Navdewletî li ser kuştina sivîlan mikurhatineke dilsot
    Qaqlîbazî mudexale li rewşa hewayê kir
    Pûtîn 50 hezar ferxikên masiyan berda nav Gola Baykalê
    Amerîka: Rêveberiya Sûriyeyê aktîvîstê navdar Hardabîl îdam kir
    YPGê bîlançoya meha Temuzê ya şer ragihand
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de