07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên YPGê

    YPGê bîlançoya meha Temuzê ya şer ragihand

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 98 0 0

    YPGê bîlançoya şer û êrîşên meha Temuzê yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê rû dan eşkere kir. YPGê diyar kir ku Artêşa Tirkiyeyê 159 caran êrîşî Rojava kiriyr. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku nîvê Reqayê jî hatiye kontrolkirin.

    Navenda Çapemeniyê ya YPGê li ser malbera xwe bilançoya meha Temuzê weşand.

    DEWLETA TIR 159 CARAN ÊRÎŞ KIR

    Navendê ragihand ku, "di meha Temuzê de Artêşa Tirkiyeyê û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike 159 caran bi tang, hawan, obûsan û bi çekên giran êrîş bi ser kozikên hêzên me yên Rojava de anîne."

    "Herwiha balafirên şer û keşfê yên artêşa tirk 20 caran sînorê Rojava derbas kirine û bi nêhta keşfê xwe veşartine. Ji aliyê din ve Artêşa tirk 5 car jî ji bejahiyê ve êrişî kozikên YPGê kirine."

    ‘5 SIVÎL MIRIN 15 JÎ BIRÎNDAR BÛN'

    Navenda Ragihandina YPGê eşkere kir ku di êrişên Artêşa Tirkiyeyê û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de 5 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 15 sivîl birîndar bûne.

    Hêzên YPG-YPJê li dijî van êrîşan di nav çarçoweya parastina rewa de 39 caran bersiv dane. YPGê destnîşan kir k udi çerçoveya bersivdayîna wan de 28 milîtan hatine kuştin û şervanekî YPGê jî miriye.

    NÎVÊ REQAYÊ HATIYE RIZGARKIRIN

    Navendê di derbarê operasyona kontrolkirina Reqayê ku HSDê pêşengiya wê YPG dike ya meha Temuzê de jî eşkere kir ku nîvê bajêr kontrol kirine.

    Taxa Yermûk a li Rojava, Sûka El Hal a li rojhilat, gundê El Huseyn a başûrêrojhilat, bajarokê Retla û gundê Kesrît Mihemed Axa ji miltanên hate rizgarkirin, taxên Rewda, Reqaya Berê, Hişam bin Ebdulmelîk, Nezlît Şehadê, Diriyê, Nehda û Berîd bi bi giştî ji çeteyan hate paqijkirin. 986 milîtan hatine kuştin ji wan termê 131 kesan ketine deste HSDê.

    Navenda Ragihandina YPGê diyar kir ku di meha Temuzê de 83 şervanên wan li Reqayê, li Şedadê jî 13 şervanên wan di şerê li dijî DAIŞê mirine û 4 şervan jî li Kantona Efrînê mirine.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka dê piştgiriya xwe ya YPGê zêdetir bike'
    Çekên ku Amerîkayê ji YPGê re şandin ji 800 tirî derbas kir
    Dijberiya Sûriyeyê ji bo YPGê têkeve 'lîsteya terorî' serî li NYê da
    Erdogan: Hêviyên xwe bi YPGê ve girêdane
    Derhênerê navdar Fatih Akin fîlma YPGê amade dike
    Amerîkayê çekên giran û wesayîtên zirxî yên nû ji YPGê re şandin
    Etîketan:
    bîlanço, şer, YPG, YPG, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de