18:20 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî bersiv da daxwaza Sekreterê Komkara Erebî

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiv da peyama Sekreterê Komkara erebî Ehmed Ebû Xeyt ku daxwaza paşxistina referandûmê kiribû û ragihand ku berdewamkirina rewşa niha pir zehmet e û da xuyakirin ku ew dixwazin nakokiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji holê rakin, vê rewşê biguherînin û bibin cîranên baş û hevkariya hev bikin.

    Serokê Herêma Kurdistanê bi peyamekê bersiv da Sekreterê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt.

    ‘WELATIYÊN KURD LI IRAQÊ BI SAXÎ XISTIN GORÊN KOMÎ'

    Barzanî sedemên wergirtina biryara referandûma Herêma Kurdistanê bi şêweyê damezrandina dewleta Iraqê, kiryarên li dijî gelê Kurdistanê ve girê da û got: "Ji destpêka qonaxa damezrandina dewleta Iraqê ve, şerekî tund, kîmyabaran û enfal bû para kurdan. Di pêvajoya enfalê de 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê hatin wêrankirin, 182 hezar welatiyên Kurdistanê birin çolên başûrê Iraqê, bi saxî xistin gorên komî."

    Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku bi tevî hemû êş û karesatan jî ji bo pêkvejiyanê û parastina yekperçeyîya Iraqê û aştiyê, di sala 1991ê de ew çûne Bexdayê û kesên tawanbar efû kirine lê rêveberiya Bexdayê li ser rêbaza înkarkirina mafên kurdan û stemkariya gelê Kurdistanê berdewam bûye.

    'HEMÛ MAFÊN KURDISTANÊ HATIN BINPÊKIRIN'

    Serokê Herêma Kurdistanê di nameya xwe de got: "Qonaxa duyemîn jî piştî hilweşandina rejîma Bees di 2003ê de dest pê kir. Kurd beşdarî nivîsandina destûra Iraqê bûn û di sala 2005ê de deng dane vê destûrê. Herwiha beşdarî hikûmetên Iraqê bûn. kurd bûne binyata damezrandina artêşa nû ya Iraqê. Lê di vê qonaxê de hemû bendên ku bi Herêma Kurdistanê ve tekildar in, yek bi yek hatine binpêkirin, pêwîstiyên wan xalan nehatine cîbicîkirin."

    Mesûd Barzanî binpêkirinên hikûmeta Bexdayê jî wiha rêz kir:

    "Madeya 140 a destûra Iraqê nehate cîbicîkirin û pirsgirêkên van navçeyan nehatine çareserkirin.

    Rola kurdan a di hemû sazî û dezgehên hikûmî û leşkerî de (artêş, dezgehên ewlehî û sivîl) kêm kirin.

    Hemû rêkeftinên siyasî yên ligel Herêma Kurdistanê binpê kirin.

    Nehiştin Hêzên Pêşmerge bibin beşek ji sîstemna serbazî ya Iraqê, rê endan werin perwerde û pirçekkirin, pêwîstiyên serbazî û çek pêşwazî nekirin.

    Bêyî hebûna ti bingeheke destûrî, bûcdeya Herêma Kurdistanê ya ji sedî 17an sala 2014ê birîn."

    Barzanî di berdewama peyama xwe de got: "Nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nabe hêcet ku gel bi tevahî were birçîkirin û zarokên wê ji şîr bêpar bike. Hemû kelûpelên xwarinê û para herêmê ya derman û pêwîstiyên din bi pênûsa kesekî hate birîn, ku desthilata wî kesî ya destûrî nîne vê zulm û stemkariyê pêk bîne. Bandora vê kiryarê ji tawanên kîmyabaranê û şerê aborî ya li dijî gelê me, ne kêmtir e. Tevî vê yekê me nedît ku ti partiyekî siyasî ya Iraqî, yan merciyeke olî vê kiryarê rexne bike an jî gilî bike. Ev yek weke mijareke asayî hate dîtin.

    'LI DIJÎ DAIŞê HIKÛMETA IRAQÊ ALÎKARÎ NEDAN ME'

    Barzanî balkişande ser wê yekê ku di şerê li dijî DAIŞê de hikûmeta Iraqê ti alîkariyeke leşkerî û aborî nedaye Herêma Kurdistanê û wiha berdewam kir:

    "Li hember vê jî Herêma Kurdistanê bi tevê krîza aborî pêşwazî li milyonek û 800 hezar koçberên iraqî kir, ku ji ber şerê DAIŞê ji parêzgehên Mûsil, Enbar û Selahdînê revîbûne Kurdistanê. Herwiha pêşmerge jî bi hemû hêz û ezmûna xwe alîkarî da Artêşa Iraqê."

    Barzanî herwiha diyar dike berdewambûna vê rewşê ne gengaz e û ne mûmkûn e, çarçoveya pêwendiyên niha yên Kurdistan û Iraqê pir bi metirsîdar e, ber bi pozberiyeke din ve diçe. Lewma ji bo kurd di nava aştiyê de bijîn, ew kar li ser wê yekê din, ku ev pozberî were guhertin, êdî Herêma Kurdistanê bibin hevkartên hev, cîran, hevpeymanên hev.

    Hêjayê gotinê ye, ku beriya çend rojan Sekreterê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt peyamek ji Serok Barzanî re şandibû û daxwaz kiribû ku roja referandûma serxwebûna Kurdistanê li ber çavan re derbas bike.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Ti gel heta daxwaz neke nagihe armanca xwe
    Barzanî: Bila mesîhî daxwaziyên xwe pêşkeşî Hikûmeta Kurdistanê bikin
    Barzanî: Dermanê birîna gelê kurd tenê serxwebûn e
    Barzanî bersiva Ebadî da: Em ti hêzê nas nakin ku zimanê xirab bikar bîne
    Etîketan:
    referandûm, kurd, serxwebûn, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de