17:56 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Referandûm- serxwebûn - Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK)

    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 37820

    Ciwanên kurd ji bo piştgirîyê bidin referandûma serxwebûna Herema Kurdistanê dê ji Tirkiyeyê û bajarên kurdan bimeşin Hewlêrê. Meş bi pêşengîya Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) di 11 Îlonê de dest pê dike û di 23ê Îlonê de li ber Parlamantoya Herema Kurdistanê bi dawî bibe.

    Ji bo referandûma serxwebûna Herema Kurdistanê her roj diçe piştgirîya partî û saziyên kurd zêde dibe. Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) ku li bajarên kurdan bi rêxistinkirîne ji bo piştgirîya referandûma serxwebûnê biryara meşek dirêj girt. Berdevkê CNKê Jiyan Timurtaş ji ajansa Sputnik Kurdistanê re axivî û di derheqê armanc û naveroka meşê de agahî dan. Timurtaş diyarkir ku armanca wan ji bo piştgirîya referandumê ye û dixwazin weke kampanyekê tevlî xebatan bibin. Timirtuş anî ziman ku dixwazin bi meşê peyamek bidin kesên ku li dijî referanduma serxwebûnê ne.

    DÊ MEŞ 13 ROJA BİDOME

    Timurtaş ragihand ku meş di 11ê Îlonê de li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl dê destpêbike û di 23 Îlonê de li Hewlêrê li ber Parlamantoya Kurdistanê dê bi dawî bibe. Timurtaş ev agahî dan: "Ji bilî piştgiriyê em weke xebata kampanyeya referandûmê vê meşe li dardixin û em bi canê xwe li vê biryarê xwedî derdikevin. Dema meşê navber bi navber dê siyasetmedarên kurd yên navdar jî piştgirî bidin. Em ê bi sed kesî destpêbikin û heta Hewlêrê bimeşin. Piştî meşê em ê li ber parlamantoyê daxuyanî bidin û referandûm bi encam bibe em ê li wir bin."

    Bi heman mijarî:

    Ji bo ‘referandûma serxwebûnê’ amadekariya dengdana elektronîk
    Spanyayê astengî li beriya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê derxist
    Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê dixwaze bi Erdogan re hevdîtin bike
    Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    ENKS: Em dikarin ji bo referandûma serxwebûnê çalekiyan li dar bixin
    Etîketan:
    piştgirî, meş, referandûm, serxwebûn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de