00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    Li Daqûqê teqîn: 3 peşmergeyan canê xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Li gorî çavkaniyên herêmî li navçeya Daqûq a Kerkûkê di encama teqemeniyeke vedayî de yek jê fermandar 3 pêşmergeyan canê xwe ji dest da.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, Berdevkê Lîwaya 16 a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Rêkeft Mihemed ragihand ku şeve din li nêzîkî gundê Tamûr ê navçeya Daqûqê, di encama teqemeniyeke vedayî de yek jê fermandar û 3 pêşmergeyan canê xwe ji dest da û 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

    Rêkeft Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ev bûyer di dema vegera wesayîta pêşmergeyan ji gundê Dînceyê de qewimiye.

    Li gorî agahiyên Rêkeft Mihemed navê fermandarê Pêşmerge ku canê xwe ji dest daye Hesîb Ebdullah e û navê pêşmergeyên din jî Yasir û Remezan e û her 3 jî ji bajarê Kerkûkê ne.

    Bi heman mijarî:

    Necmedîn Kerîm: Dema veqetandina Kerkûkê ji Iraqê hatiye
    Doza hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat paşxistin
    DAIŞê êrişî gundekî Kerkûkê kir: 5 kuştî
    Li bajarê Kerkûkê amadehiyên referanduma serxwebûnê dest pê kirin
    Li Kerkûkê teqîn: 2 Pêşmerge birîndar bûn
    Etîketan:
    3 peşmergeyên Kurdistanê li Kerkûkê canê xwe ji dest dan, Lîwaya 16 a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Rêkeft Mihemed, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de