00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzen Pêşmergeyên Kurdistanê

    Fermandarê êzdî: Dewleta kurdan hebûna êzdî rastî qetlîamê nedihatin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4610

    Fermandarê Hêzên Ezdîxanê Heyder Şeşo di axaftina xwe de ragihand ku Kurdistan serbixwe bûna êzdî rastî qetlîamê nedihatin.

    Fermandarê Hêzên Ezdîxanê Heyder Şeşo di axaftina xwe ya weşana zindî ya K24ê de got: "Ji bo ku kurd bêdewlet bûn êzdî rastî qetlîamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin. Heke dewleta kurdan hebûna DAIŞê nikaribû bêje kurdên êzdî an tê ola xwe biguherîne an jî tê were kuştin."

    Heyder Şeşo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku niha ji xeyrî hêzên Pêşemerge hêzên din jî li herêma Şingalê dimînin ji 80 niştecihên Şingalê li deverên cuda dimînin. Ji bo êzdî vegerin Şingalê divê hêzên ji xeyrî Pêşmerge ji herêmê vekişin."

    Şeşo dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev pirsgirêka heyî xebatên avasaziya Şingalê jî bi derengî dixe. Ji bo ezdi bi serbestî vegerin cih û warên xwe divê hemû pêwistî werin peydekirin."

    Bi heman mijarî:

    Heyder Şeşo: Bila dijberên referandumê qurbaniyên gelê kurd bînin ber çavê xwe
    Heyder Şeşo: Divê Heşda Şabî ji Şingalê derkeve
    Heyder Şeşo bi hêza xwe ve bi fermî tevlî Wezareta Pêşmerge bû
    Heyder Şeşo: Em bi berpirsên PKKê û Pêşmerge re axivîn
    Heyder Şeşo hêza xwe tevlî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir
    Etîketan:
    Fermandarê Hêzên Ezdîxanê, Heyder Şeşo, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de