02:02 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    YNK û Goran ji bo referandumê û aktîvkirina parlamnetoyê civiyan

    © Foto: krg.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goranê li Silêmaniyê bo gotûbêjkirina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û çend mijarên din bi hev re civiyan.

    Hate ragihandin ku civîna îro ya di navbera YNKê û Goranê taybet bi serkirdatiya hevbeş a her du aliyan e û li baregeha sereke ya Tevgera Goranê birêve diçe.

    Di civînê de, biryar e hevpeymaniya navbera fraksyonên her du partiyan, hewlên ji bo çalakirina Parlamentoya Kurdistanê û herwiha mijara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ji aliyê serkirdatiya hevbeş a her du aliyan ve werin nirxandin û gotûbêj li ser wan bê kirin.

    YNKê pêştir ragihand ku divê heta 10ê Tebaxa îsal parlamento were aktîvkirin û niha hewl dide, ku Tevgera Goranê bersiveke bilez bide wan û daxwaziyên xwe bo aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê pêşkêş bike.

    PDKê jî pêştir diyar kiribû ku razî ye bêyî ti mercan parlamento dest bi çalakiyên xwe bike, lê tekez kiriye, ku pêwîst e mijara sereke ya rojeva parlamentoyê, referanduma serxwebûna Kurdistanê be û di parlamentoyê de ti rêgirî li referandumê re neyên çêkirin.

    Bi heman mijarî:

    'Piştî serdana Bexdayê Parlamentoya Kurdistanê vedibe'
    Dema aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê diyar bû
    Ji Parlamentoya Swêdê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê
    Barzanî: Nabe aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê bibe mijara bazara siyasî
    Dijberiya Ala Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê şîe û sunî kirin yek
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, YNK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de