07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    ‘Iraq weke dewlet nikare yan jî naxwaze me biparêze'

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, "bi belge eşkere bû, Iraqê weke dewlet nikare yan naxwaze me biparêze û naxwaze em pêş bikevin."

    Îro bi boneya sêyemîn komkujiya kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve, li Duhokê merasîmeke bîranînê hate lidraxistin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de axivî.

    Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de got: "Sê salan bi ser vê karesatê bi heman şêweyê pêştir, hest bi seng û giraniya vê karesatê û vê fermana bi ser êzidiyan û hatî û tê kirin, hewl didin ku kar û barê giran ê wê tawanê li ser ezîzên me yên êzidî kêm bike."

    ‘JI BER HOVÎTIYA DAIŞê EV KARESAT RÛ DA'

    Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku rêxistina terorîst a DAIŞê hemû sînorên hovîtiyê derbas kiriye û eşkere kir, gelek sedem hebûn ku rewş wisa dijwar bibe di 3ê Tebaxa 2014an de û ew sedem jî ji her kesî re eşkere nîne. Mixabin ji ber wan sedeman û hovîtiya terorîstên DAIŞê, ew karesat rûda.

    RÛPELA REŞ A DAIŞê VEDEYNIN'

    Barzanî bi bîr anî ku Şingal piştî wê karesatê, bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi destê Pêşmergeyê qehreman, ji DAIŞê hate rizgarkirin û got: "Îro wextê hindê hatiye, em pêkve û bi şêweyekî dirust û bi zîrekane pirên baweriyê ava bikin. Rûpela reş a DAIŞ vedeynin û rûpeleke spî ya avedankirinê û pêkvejiyanê vekin li Kurdistanê û Şingalê."

    ‘JI BER ÇEKÊN ME TINEBÛN ME NIKARÎ PERGALA BERGIRIYÊ YA BAŞ SAZ BIKIRA'

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişande ser wê yekê, ku ji mêj we ew dizanin, çek û sîstemên parastinê yên Herêma Kurdistanê weke pêdivî nîne û got: "Berî êrişa DAIŞê û pêştir jî digel peydabûna rêxistina terorîstî ya El Qaîde li deverê me hest bi wê xeterê dikir. Bi rêyên gelek cuda cuda, me bizav dikir çek bikirin, sîstemekî baş ê bergîriyê peyda bikin. Helbet lazim e vê bibêjim, ev bizavên me bi nihênî dihatin kirin. Lê her dem sedemên siyasî yên navdewletî, dibûn asteng li ber bizavên me. Ku me çekekê baş hebin, yan bişên rastî sîstemekî serdemiyane yê bergîrî ava bikin bo bergîriya li miletê xwe û welatê xwe."

    Bi heman mijarî:

    Kanada: Em ê 800 kurdên êzidî bigirin
    KCD: Partî û hêzên Kurdistanê divê xwedî li destkeftiyên gelê êzidî derkevin
    Qûbad Talabanî: Êzidî li bende me bûn ku em birînên wan derman bikin
    ‘5 zarokên êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûn’
    Keçeke din a kurdên êzidî ji destê DAIŞê rizgar bû
    Etîketan:
    DAIŞ, komkujî, êzîdî, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de