09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistan

    Kurê Qazî Mihemed bangî hemû partiyên kurdî kir

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7610

    Kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî Mihemed bang li serokên hemû partiyên kurdî yên li Îranê kir, ku li hev kom bibin û mekanîzmekê ji bo karê hevbeş pêk bînin da ku siyaset û gotara siyasî yên kurdan li Îranê bikin yek.

    Elî Qazî, ku kurê damezrêner û yekemîn Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, di nameyekê ji bo serokên partiyên kurdî yên li Îranê re şand û dibêje: "Kurdistan û dever di rewşeke taybet re derbas dibe û tê çaverêkirin ku guhertinên nû û bi lez li deverê rû bidin."

    ‘PÊWÎSTÎ BI YEKÎTÎ Û HEVDENGIYA KURDISTANÊ HENE'

    Elî Qazî wiha pê de çû: "Ew rewşa niha, ji her demê zêdetir pêwîstî bi yekîtiya rêzên kurd bi giştî û hevkarî û hevdengiya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê hene, da ku di paşerojê de ew derfetên ku ji bo kurdên Rojhilatê Kurdistanê têne pêş, em ji dest nedin û ji aliyekî din ve em dilê xelkê nerazî yê Kurdistanê ku parçebûna partiyan ew bê hêvî kirine, aşt bikin û tevgera kurdên li Îranê were pêşxistin û hevdeng û yekgirtî were kirin."

    Di beşeke din a nameya xwe de, kurê Qazî Mihemed tekez dike: "Nêzîkbûna ji hev û karê cidî bo pêkanîna çaçroveyekê siyaset û gotara siyasî ya Rojhilatê yek bixe û rûkûpêk bike, erkê herî li pêş ê aliyên siyasî ye."

    Elî Qazî herwiha bang ji serokên yekem yên tevahiya partiyên kurdî yên li Îranê dike, ku bi vê armancê di heyama vê mehê de bi hev re bicivin.

    ‘JI BO CIVÎNÊ HEMÛ PARTIYAN VEDIXWÎNIM'

    Elî Qazî dibêje: "Ji bo vê armancê, ez ê biryaê we hemû aliyan, hemû berpirsên yekem an biryar bi destê partiyan vedixwînim bo civînekê di vê mehê de, ji bo yekîtî û yekrêziyê û di encamê de pêkanîna eniyeke Kurdistanî li Rojhilatê Kurdistanê."

    Elî Qazî daxwazê dike, heta 10 Tebaxê yanî 8 rojên din partiyên siyasî bersiva bangewaziya wî bidin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Îranê cejna Pîr Şalyar û Bihar Xatûn wek her sal, îsal jî pîroz kir
    Kurdên Îranê ji ber bêkarî û xizaniyê organên laş ên xwe difiroşin
    2 kurdên Îranê li Mêrdînê ji aliyê hêzên Tirk ve hatin desteserkirin
    Kurdên Îranê ​​ şer kir: 4 birîndar!
    4 Kurdên Îranê beşdarî Pêşbirka Karate ya Cîhanê dibin
    Parlamenter û kurdên Îranê girtina HDPyî yan şermezar kirin
    Etîketan:
    partî, bang, kurdî, Elî Qazî, Qazî Mihemed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de