23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurdên şebek û êzdî

    Hê jî bi hezaran kurdên êzdî di destê DAIŞê de ne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Îro sêyemîn salvegera karesata êzdiyên Şingalê te. Rêxistina terorîst a DAIŞê 3 sal berê rojek wek îro êrişî Şingalê kir bi hezaran êzdî kuştin û bi hezaran jî bi xwe re revandin.

    Hikmet Durgun

    Nûnerê Ezdî yê Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozan di salvegera 3yemîn a karesata Şingalê de ji ajansa Spûtnîkê re axivî. Bozan di axaftina xwe de got: "Di nava 3 salan de 3 hezar û 92 êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û niha derdora 3 hezar û 325 êzdî jî hê dîl in."
    Niha derdora 3 hezar û 325 êzdî di destê DAIŞê de ne û piraniya wan jî li bajarê Telafer ê Iraqê û li bajarên Reqqa, Dêra Zorê û Ebûkemala Sûriyeyê têne girtin. Êzdiyên dîl piranî ji jin û zarokan pêk tê.

    ‘3 HEZAR Û 92 ÊZDÎ HATIN RIZGARKIRIN'

    Heta niha 3 hezar û 92 êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin. Ji van 953 jin, 32 mêr, 684 zarok û 757 jî ji keçên ciwan pêk tê.

    JIN Û ZAROK LI BAZARAN HATIN FIROTIN

    Xeyrî Bozan di axaftina xwe ya derbarê mijarê de got: "Niha dora 3 hezar û 325 êzdî di destê DAIŞê de dîl in û piraniya van ji jin û zarokan pêk tê. Terorîstên DAIŞî bi giştî zilamên êzdî qetil kirin, jin û zarokên êzdî jî li bazaran firotin. Li gorî zanyariyên berdestê me DAIŞê ev zarokên êzdî di êrişên xwekujî de jî bi kar anîn û hê jî bi kar tîne."

    Bozan berdewamiya axaftina xwe de got: "Hemû gundên Şingalê ji rêxistina terorîst a DAIŞê hatin rizgarkirin, lê ji bo ku niha PKK, Heşdî Şebî û hêzên Pêşmerge li herêma Şingalê ne xelkê êzdî venegeriyaye cihên xwe."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Piştî êrişa Şingal û Rojava me Akar bi xwe hişyar kir
    Êrişên li Şingal û Rojava li Amedê hat şermezarkirin
    DBPê ji bo Şingal û Rojava banga çalakiyên lezgîn kir
    'Fermandarê Hêzên Hewayî yê Tirkiyeyê: Em ê nehêlin ku Şingal bibe Qendîla duyemîn'
    Viyan Dexîl: Şingal Kurdistanî ye û pêşmerge dê wê nedin Iraqê
    Etîketan:
    3yemîn salvegera karesata Şingalê, Nûnerê Ezdî yê Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê, Xeyrî Bozan, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de