09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî û Şêwirmendê Trump Jared Kushner

    Şêwirmendê Trump: Di Kongreya Amerîkayê de piştgiriya Kurdistanê xurt e

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5810

    Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê serdema hilbijartinê Kenneth R. Timmerman di axaftina xwe de ragihand ku têkiliyên Wahîngton bi Hewlêrê re sratejîk in.

    Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê serdema hilbijartinê Kenneth R. Timmerman di axaftina xwe de got: "Têkiliyên Wahîngton bi Hewlêrê re sratejîk in. Di Kongreya Amerîkayê de piştgiriya ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê zêde ye."

    ‘TÊKILIYÊN AMERÎKA Û KURDISTANÊ DEMDIRÊJ IN'

    Kenneth R. Timmerman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez dikarim vê bi hêsanî bêjim ku ji hêla stratejîk ve têkiliyên xurt ên Amerîkayê bi Kurdistanê re hene û demdirêj in. Heke pirsgirêkên navbera partiyan werin çareserkirin û eleqeya aîdiyetên olî yên cuda were zêdekirin û ev ji Amerîkayê re were gotin ev dê piştgiriya Washîngtonê ya ji bo referanduma serxwebûnê zelal bike."

    DIVÊ HÊZÊN PÊŞMERGE BIBIN YEK

    Timmerman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê ji bo stratejiyeke demdirêj e. Lê dixwazim vê bêjim ku divê hêza Peşmerge ji bin bandora pariyan were derxistin û di binê banekî de were yekkirin, lewma ev ji bo têkiliyên stratejîk ên Washîngtonê pir girîng e."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Firat: Peymana Kurdistan û Amerîkayê dê rê li ber pêkahateyeke nû li Rojavayê veke
    Amerîka: Kurdistan bê şert û merc ber bi serxwebûnê diçe
    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
    Barzanî: Bila mesîhî daxwaziyên xwe pêşkeşî Hikûmeta Kurdistanê bikin
    Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva îdiayên medya Iraqê da
    Etîketan:
    Şêwirmendê Serokê Amerîkayê, Kenneth R. Timmerman, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de