00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Çalakiya Kurdên êzidî yên Şingalê ji bo rizgarkirina zarokên wan

    ‘Nêzîkî 6 hezar kurd di destê DAIŞê de ne'

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Li gorî daxuyaniya Parlamentera Iraqê Viyan Dexîl nêzîkî 6 hezar kurdên êzdî di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de ne.

    Endama Parlementoya Iraqê Viyan Dexîl di konferanseke taybet ya ji bo rewşa kurdên êzdî li peymangeha Aştî li Amerîkayê de ragihand ku heta niha nêzîkî 6 hezar êzdî di bin destê DAIŞê de ne. Rêxistinê piştî revandina kurdên êzdî, hezar û 300 zarok neçar kirin ku ola xwe biguhêrînin.

    Viyan Dexîl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji sedî 85 navçeyên êzdiyan li sînorê bajarokê Şingalê ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatiye wêrankirin."

    Dexîl di dirêjiya axaftina xwe de daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku kar ji bo parastina pêkhateyên olî yên Iraqê bikin.

    Di sala 2014an de çekdarên DAIŞê êrişî Şingalê kirin, ji xeyrî dagîrkirin û wêrankirinê, kurdên êzdî bi komî kuştin û bi hezaran jî revandin.

    Bi heman mijarî:

    Vîyan Dexîl li DYAyê 'xelata mafên mirovan' girt
    Viyan Dexîl ji ber qedexeya vîzeyê nikare biçe DYA û xelata xwe werbigire
    Viyan Dexîl: Tekane stargeha kêmaran Kurdistan e
    Viyan Dexîl: Şingal Kurdistanî ye û pêşmerge dê wê nedin Iraqê
    Viyan Dexîl xelata mafên mirovan wergirt
    Etîketan:
    DAIŞ, Parlementoya Iraqê, Viyan Dexîl, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de