23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Ji bo ‘referandûma serxwebûnê’ amadekariya dengdana elektronîk

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 2410

    Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê amadekariya ku dengana elektronîkî bo‘referandûma serxwebûnê’ dike.

    Endamê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Referandumê li Herêma Kurdistanê Hawrê Tofîq da xuyakirin, ew niha bi amadekariyên birêvebirina dengdana elektronîkî re mijul in.

    Li gor nûçeya Rûdawê Hawrê Tofîq ragihand ku komîsyon niha amadekariyên wê yekê dike ku sindoqên taybet ên elektronîkî peyde bike, da ku di helbijartinên pêş de, xelk bi şêwazê elektronîkî beşdariya prosesa dengdanê bikin.

    Tofîq got, ew sindoq li gorî sîstemeke taybet kar dikin û bi rêya elektronîkî dengan dijmêrin, herwiha di dema dengdanê de dengder mohra elektronîkî jî bi kar tînin.

    Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê bi rêbaza dengdana elektronîkî dixwaze rê li ber sextekariya dengan bigire û bihêle ku encamên dengdanê zûtir werin eşkerekirin.

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Ji berpirsa Spûtnîkê bersiva ‘demokrasiyê’
    Li Sêrtê 39 kes hatin binçavkirin
    Pêşveçûna HSDê dewam dike: Gelek herêm hatin kontrolkirin
    Leşkerên tirk Hevserokê DBPê desteser kirin
    Rûsyayê nehişt 94 ton mişmişên Tirkiyê bikevin nav erda wan
    Nivîskarê Tirk: ‘Wê Erdogan bikujin û cesedê wî bavêjin ser sergoyê’
    Trump pêşnûmaya mueyîdeyên li dijî Rûsyayê îmze kir
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de