08:34 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva îdiayên medya Iraqê da

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê red kir ku Mesûd Barzanî bi ti awayî gef li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwaribe.

    Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyeke di derbarê nûçeyên hin saziyên medyayî de belav kiribûn û îdia dikirin ku di serdana par a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Bexdayê de, Barzanî gef li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwaribe.

    Di daxuyaniyê de, ew zanayrî bi temamî hatine redkirin û tê gotin, ku Barzanî bi ti awayî gef li Ebadî nekiriye.

    Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:

    "Di hejmarek medya û ragihandinan de nûçeyeke nerast belav bûye, qaşo Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî nameyeke tijî gef ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re şandiye. Ev nûçe ti bingeheke wê nîne û pêwendiya navbera Barzanî û Serokwezîrê Iraqê gelek baş û dostane ye."

    Bi heman mijarî:

    Edhem Barzanî: Serokê Goranê got, serxwebûna Kurdistanê mafekî pîroz e
    Serok Barzanî pêşwaziya Doglas Silliman û heyeta pê re kir
    Mesrûr Barzanî: Em mafê serxwebûnê wekî hemû miletên dinyayê ji bo xwe jî dixwazin
    Barzanî: Dermanê birîna gelê kurd tenê serxwebûn e
    Barzanî bersiva Ebadî da: Em ti hêzê nas nakin ku zimanê xirab bikar bîne
    Etîketan:
    gef, daxuyanî, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Heyder Ebadî, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de