17:52 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 105 0 0

    Piştî ku Wezareta Petrol a Iraqê û Wezareta Petrol a Îranê li ser petrola Kerkûkê li hev kir, berpirsê Leqa PDK yê Kerkûkê Mihemed Xurşîd li dijî rêkeftinê derket û ragihand ku dê encamên xirab derxe holê.

    Berpirsê Leqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Kerkûkê Mihemed Xurşîd di axaftina xwe de got: Lihevkirina petrolê ya di navbera Bexda û Tehranê dê wê encamên xirab derxe holê. Em ne li dijî wan rêkevtinan in ku ji bo berjewendiya Kerkûk û gelê Iraqê têne kirin. Lê rêkevtina ku hatiye îmzekirin siyasî ye."

    Xurşîd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Şandina petrola Kerkûkê bi ser Urdinê ve erzantir e Bexda û Tehran bi hemû pêngavên xwe, dixwazin aboriya Iraqê bi Îranê re girê bidin. Ev pêngav li ser siberoja Iraqê dê bandorên neyênî bike."

    Wezareta Petrolê ya Iraqê du roj berê ragihandibû ku ji bo şandina petrola Kerkûkê, bi Îranê re rêkevtineke nû çêkirine.

    Bi heman mijarî:

    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
    Herêma Kurdistan: Serokê DAIŞê Bexdadî sax e
    Etîketan:
    Lihevkirina petrol a Bexda û Tehranê, Berpirsê Leqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Mihemed Xurşîd, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de