13:33 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Hejmara dengdêrên referandûmê eşkere bû: 6 milyon

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 75 0 0

    Komîsyona Bilind a Hilbijartina Referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an hejmara dengdêrên ku li referandûmê deng bidin eşkere kir.

    Serokê Desteya Birêvebirina Hilbijartina Referandûmê ragihand ku tê çaverêkirin di referandûma serxwebûnê de nêzî 6 milyon hemwelatî deng bidin.

    Li gor nûçeya Heftenameya Bas ya Soranî, Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê û Referandûmê Hindirîn Mihemed ragihand ku nêzî 6 milyon dengdêr li Herêma Kurdistanê hene û dê Kerkûk jî tê de li herêmên nakok ku ji Herêma Kurdistanê hatine cudakirin jî sindoq werin danîn.

    Mihemed herwiha da xuyakirin, wê ji bo referandûmê 280 navend werin diyarkirin û her hemwelatiyên 18 sal kiribin, piştî ku navê xwe tomar bikin dikarin deng bidin.

    Li gor medya Herêma Kurdistanê ji bo pirsên derbarê referandûmê de yên di serê hemwelatiyan de werin çareserkirin hinek plan têne amadekirin û dê xebatên bo raya giştî jî li demeke nêzîk dest pê bikin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Vegera Şarapova li WTAyê bêhempa bû
    Balyozê Îsraîlî bo Spûtnîkê: Me Golan bida niha Hizbûllah û leşkerên Îranê li wir bûn
    Rûsya, Îran û Koreya Bakur li dijî mueyîdeyên Amerîkayê dê koalîsyon ava bikin?
    Parlamentoya Kurdistanê plan dike ji nû ve dest bi xebatê bike
    'Piştî serdana Bexdayê Parlamentoya Kurdistanê vedibe'
    Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê civiya
    Pence: ‘Trump destekê dide endamtiya Gurcistanê ya NATOyê’
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de