08:11 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê-ala kurdan

    'Piştî serdana Bexdayê Parlamentoya Kurdistanê vedibe'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Endamê Turkmen ê Encûmena Bilind ya Referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihand, şandeke bilind a encûmena referandûmê di nav 10 rojan de wê serdana Bexdayê bike. Herwiha hat ragihandin ku Parlamentoya Kurdistanê jî piştî serdana Bexdayê vedibe.

    Endamê Encûmena Bilind ya Referandûmê û Serokê Partiya Geşedanê ya Turkmenan, Mihemed Sadedîn got, "Me pian kiribû ku serdana welatên cîran û welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî bikin, lê di civîna herî dawî ya encûmena referandûmê de biryar hat dayîn ku di heyama 10 rojên bê de şandeke encûmenê serdana Bexdayê bike."

    ‘DÊ LIGEL BEXDAYÊ LI SER ASAYÎŞA DEVERÊN REFERANDÛMÊ WERE AXAFTIN'

    Hevseroka HDPê Serpil kemalbay
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Li gor nûçeya BasNewsê Mihemed Sadedîn diyar kir, "Ew şanda ku diçe Bexdayê dê ji rayedarên Iraqê re behsa referandûmê bike û agahiyan bide Bexdayê. Referandûm dê li deverên Kurdistanî yên derveyî Kurdistanê jî bê encamdan. Lewma divê ligel Bexdayê mijara asayişa wan deveran were axaftin."

    PIŞTÎ SERDANA BEXDAYÊ PARLAMEN VEDIBE

    Endamê Tirkmen ragihand, piştî serdana Bexdayê wê Parlamentoya Kurdistanê vebe û nakokiyên hundir jî bên çareserkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê civiya
    Pence: ‘Trump destekê dide endamtiya Gurcistanê ya NATOyê’
    Serokwezîrê nû yê Pakistanê diyar bû
    Îranê Waşîngton bi binpêkirina peymana nukleerî tawanbar kir û ji KENYê re gilî kir
    Rûsya ji bo Ukraynayê hişyarî da Amerîkayê
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de