08:17 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê civiya

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behadîn re hevdîtin pêk anî.

    Nêçîrvan Barzanî ku divê navberî de Cîgirê Seorkê Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) jî ye, îro tevî şandeke PDKê serdana baregeha navendî ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kir

    Endamê Serkirdatiya PDKê, Dilşad Şehab derbarê vê civînê de ragihand ku, "Di civîa îro de pêwendiya navbera her du partiyan hatiye nirxandin û herwiha behsa aktîvkirina bê merc a Parlamentoya Kurdistanê jî hat kirin."

    Dilşad Şehab derbarê egera mercê Tevgera Goranê bo aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê de jî got: "Em li benda civîna bi Goranê re ne û em li benda bersivawan in, ji bo diyarkirina roja civînê. Em serederiyê li gel egeran nakin."

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan dest pê kir
    Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê ye
    Nêçîrvan Barzanî: Li dijî terorê pêdivî bi hevkariya navdewletî heye
    Etîketan:
    civîn, serdan, Dilşad Şehab, Selahedîn Behadîn, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de