23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    Necmedîn Kerîm: Dema veqetandina Kerkûkê ji Iraqê hatiye

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de ragihand ku ji bo Kerkûk ji Iraqê veqete û bi Kurdistanê ve were girêdan divê kerkûkî di referandumê de dengê erê bidin.

    Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe ya televîzyona CNN International a amerîkî de ragihand ku ji bo Kerkûk ji Iraqê veqete û bi Kurdistanê ve were girêdan divê kerkûkî di referandumê de dengê erê bidin.

    Necmedîn Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Demên borî di navbera têkiliyên kurd û Iraqê de gelek pirsgirêk derketin. Bêheqiyên ku li kurdan hatin kirin îspat kir ku êdî kurd bi ti awayî nikarin bi Bexdayê re bijîn."

    Kerîm di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heke Iraq vê helwesta xwe bidomîne li gorî baweriya min dê nikaribe yekperçe bimîne. Gelek welat destê xwe dixin nava kare Iraqê. Amerîkayê arîkariyeke mezin li Iraqê kir, lê niha gelek serokên iraqî Amerîka wek dijmin dibînin."

    Bi heman mijarî:

    Necmedîn Kerîm: Armanca êrîşa Kerkûkê Amerîkî bûn
    Kerîm: Kerkûk dê beşdarî referandûma serxwebûnê bibe
    Kerîm: Piştevanîya referandûmê roj bi roj zêde dibe
    Kerîm: Ji bo referanduma Kerkûkê komîsyon dê biryarê bide
    Waliyê Kerkûkê Kerîm: Ala Kurdistanê wê neyê daxistin
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Waliyê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de