07:56 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurdên şebek û êzdî

    ‘Ji bo êzdiyên Şingalê tevlî referandumê nebin soza tapûyê didin wan'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6801

    Hat ragihandin ku rêxistina Heşdî Şebî ji bo eşîr û xelkên herêma Şingalê tevlî referanduma serxwebûna Kurdistanê nebin soza dayîna tapûyên erdan dide wan.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, rêxistina Heşdî Şebî ji bo eşîr û xelkên herêma Şingalê tevlî referanduma serxwebûna Kurdistanê nebin soza dayîna tapûyên erdan dide wan. Rejîma Bees di sala 1975an de kurdên êzidî yên li derdora Mûsilê ji gundên wan derxistin û li 11 komalgehan de bi cîh kirin. Lê ti xanî an jî erd di dewsa gundên wan de li ser navên wan nehatine tapûkirin.

    Yek ji koçberê Şingalê Salih Edo dibêje: "Di sala 75an de gundên me xirakirin û em di komalgeh û kampan de bicîhkirin. Heta niha jî xaniyek jî li ser navê êzidiyekê nehatiye tapûkirin. Parçeyên erdê Şingalê ji erdên me qut dikirin û didane ereban û li ser navê wan jî tapû dikirin, tapûyên wan didane destên wan. Lê nedane me."

    Li gorî çavkaniyan, niha Heşdî Şebî li Şingalê hewl dide çend serokên eşîrên kurdên êzidî razî bike da ku beşdarî giştpirsiyê nebin, li hember vê yekê jî soz dide bi rêya hikûmeta Bexdayê erdên wan li ser navê wan tapû bike. Serokê Encûmena Şingalê Weys Nayif jî got: "Ji bo piştgiriya referandumê em dê bihêz beşdar bin. Em li deverekê dijîn ku heta niha ti mafên me nînin. Heta niha qirkirina me û fermana li ser me helal e, heta niha xwarina nanê me heram e. Em li deverekê dijîn ku talana male me helal e û keç û jinên me dikin seba. Lewma, eger ne ser Kurdistanê ve be, dê çawa careke din jiyan vegere Şingalê?"

    Bi heman mijarî:

    Nadiya Murad li Parlamentoya Îsraîlê behsa kurdên êzdî kir
    Di nava 48 seetên borî de 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin
    Malbata kurdên êzdî ku ji 14 kesan pêk dihat ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Li 20 welatan bêdengî ji bo jinên êzdî
    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    Etîketan:
    Serokê Encûmena Şingalê, Heşdî Şebî, Weys Nayif, Salih Edo, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de