09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Refîneya petrolê

    Li Hewlêrê du refîneyên petrolê hatin girtin

    © AP Photo/ Vahid Salemi, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Du refîneyên petrolê yên nêzîkî bajarê Hewlêrê bi sedema ku bêhna pîs belav dike û bêrixqet bûn hatin girtin.

    Yek ji qeymeqamê navçeyên navendî yê bajarê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd di axaftina xwe de ragihand ku du refîneyên petrolê li ser rêya Gîwer û Kuştepeyê hatin girtin. Li gorî daxuyaniya qeymeqam, sedema girtina refîneyên petrolê ji ber nebûna risqet û belavbûna bêhna pîs e.

    Qeymeqam Nebez Ebdulhemîd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em jeneratorên ku elektrîkê didin bajêr û ji terefê şirketên taybet ve têne bikaranîn jî dişopînin. Hinek jenerator sotemeniya bêqalîte bi kar tînin. Ev jî dibe sedema bêhna pîs. Di vê çarçoveyê de berê me risqeta xebatê ya 20 jeneratoran betal kir."

    Li gorî çavkaniyên deverê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 200 refîneyên petrolê yên bêrisqet kar dikin. Refînerî ji xeyrî qirêjkirina hewayê herî zêde tendirustiya însanan tehdîd dikin. Qeymeqamî berê jî di vê çarçoveyê de bi dehan refînerî girtibûn.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê 40 bîrên petrolê kontrol kir
    Wezîrê Iraqê: Nirxê petrolê bilind dibe
    Kompanîya Imaratê li Herêma Kurdistanê petrolê derdixe
    Rûsya bû peydekarê petrolê yê herî mezin bo Çînê
    PYD: Em bi dijberiya Sûriyeyê re li ser parvekirina petrolê neaxivîn
    Wezîrê Petrol ê Iraqê: Referanduma Kurdistanê bandorê li buhayê petrolê nake
    Etîketan:
    Li Hewlêrê du refîneyên petrolê hatin girtin, Nebez Ebdulhemîd, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de