02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    YNK

    Ji YNKê bo Amerîkayê: Referanduma serxwebûnê mafê rewa yê gelê kurd e

    © Foto: www.pukpb.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Li gorî çavkaniyên herêmî, Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resûl Elî li Hewlêrê pêşwaziya Konsolosê Amerîkayê yê li Kurdistanê Ken Gross kir.

    Di civînê de herdu aliyan behsa tekoşîna li hemberî rêxistinên terorîst kirin. Herdu aliyan li ser xala dawîbûna rêxistina terorîst a DAIŞê nayê wateya ku terorîzm bi dawî bûye li hev kirin, lewma pêwîste şerê li dijî terorê berdewam be.

    Li gorî metnê daxuyaniyê, Resûl Elî û Ken Gross di hevdîtinê de rewşa Kurdistan, Iraq û herêmê jî nirxandin û behsa guherînên dawîn yên li navçeyên hate kirin û tekez kirin ku bi danûstandinan hemû pirsgirêk çareser dibin.

    Di berdewamiya hevdîtinê de Kosret Resûl Elî ji bo encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ragehandiye ku referandum û mafê çarenivîsî mafekî rewa yê gelê kurd e û gelê kurd jî çaverêya piştgiriya dostan dike.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Kurdistan bê şert û merc ber bi serxwebûnê diçe
    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
    Firat: Peymana Kurdistan û Amerîkayê dê rê li ber pêkahateyeke nû li Rojavayê veke
    Siyasetmedarê Îsraîlî bangewaziya piştgiriya 'serxwebûna Kurdistanê' kir
    Welatekî din konsolxaneya xwe li Kurdistanê vedike
    Etîketan:
    Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Ken Gross, Kosret Resûl Elî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de