05:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    ئالایا کوردستانێ

    Siyasetmedarê Îsraîlî bangewaziya piştgiriya 'serxwebûna Kurdistanê' kir

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Serokê Partiya Yeş Adît a Îsraîlê, Yarî Lapîd bang li hikûmeta Îsraîlê kir, piştgirîyê bide serxwebûna Herêma Kurdistanê.

    Li gor nûçeya medya Îsraîlî Serokê Partiya Yeş Adîtê, Yarî Lapîd ku di hikûmeta berê ya Îsraîlê de Wezîrê Darayî bû got, divê hikûmeta Îsraîlê piştgirî bide damezirandina dewleteke kurdî û komkujiya Ermaniyan nas bike.

    ‘DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN DEWLETA SERBIXWE YA KURDAN'

    Lapîd li bajarê Tel Avîvê di konferanseke rojnamevaniyê de got: "Ji niha ve em piştgirî didin ku dewleteke serbixwe ya kurdî were damezirandin. Divê em komkujiya Ermeniyan nas bikin. Tiştên ku me di dema ku pêwendiyên me li gel Tirkiyê baş bû de nedikirin, divê em niha pêk bînin."

    ‘DÊ TIRK HER DEM PIHÎNAN LI ME BIXIN'

    Herwiha Lapîd bal kişande ser wê yekê, ku divê Îsraîl dev ji fikra veguhastina gazê ji Îsraîlê ber bi Tirkiyê û ji wir jî ber bi Ewropayê berde û wiha domand: "Îsraîl nikare destûr bide, xwe bi muşteriya ku armancên wê yên neyartiyê hene girê bide. Divê bizanin ku tirk dê her dem pihînan li me bixin û emê jî her gava nikaribin bi awayekî berdewam hinekî din jî pihînan bixwazin."

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterekî Îranê li ser referandûmê ji Barzanî re name şand
    Ji PAK û PDK-Bakur daxuyaniyên enfal û komkujiya Barzaniyan
    Sûriye: Welatên Rojavayî alîkariya terorê tercîh kirin
    FSB: 2 alîgirên DAIŞê ku amadehiya êrişê dikirin, hatin desteserkirin
    Trump: Em ê meseleya Koreya Bakur çareser bikin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de