02:02 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Parlamenterekî Îranê li ser referandûmê ji Barzanî re name şand

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 21 0 0

    Parlamenterekî Îranê yê nûneratiya her du bajarên Îslam Ava ya Rojava û Dalaho yên Rojhilatê Kurdistanê dike, di nameyekê de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz kir ku biryara referandûma serxwebûnê, paş bixe.

    Hişmetullah Felahetpîşe ku di parlamentoya Îranê de nûnerê bajarên Îslam Ava ya Rojava û Dalaho yên ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve ye di nameya xwe ya bo Barzanî de got: "Şikesta DAIŞê ya Iraqê dawiyê wê planê nîne ku hinek ji welatên erebî û Îsraîlê bo têkdana rewşa ewlehiya Iraqê û welatên din danîne."

    Felahetpîşe biryardan li ser sazdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi plana Îsraîl û welatên ereb ên paşketî di bin serokatiya Amerîkayê bi nav dike û îdia dike ku ew alî naxwazin ewlehî li devera îslamî hebe.

    Hişmetullah Felahetpîşe di beşeke din a vê nameya xwe de tekez dike, ku ji ber biryara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bêna xwînê tê û daxwaz li Serokê Herêma Kurdistanê dike ku wê referandûmê paş bixe.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
    Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê dixwaze bi Erdogan re hevdîtin bike
    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    ENKS: Em dikarin ji bo referandûma serxwebûnê çalekiyan li dar bixin
    Mûeyed Teyib: Raya giştî ya cîhanê ligel referandûma Kurdistanê ye
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, name, Hişmetullah Felahetpîşe, Mesûd Barzanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de