17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Dermanê birîna gelê kurd tenê serxwebûn e

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5610

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, dermanê birînên kûr ên di dilên kurdan de û dermanê birînên kîmyabaran, enfalkirinan û komkujiyan li hember kurdên Êzidî, tenê serxwebûna Kurdistanê û rizgarbûna netewî ye.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasîma salvegera 34emîn a Enfalkirina Barzaniyan gotarek pêşkêş kir.

    Barzanî da xuyakirin ku gelê kurd gelek caran rastî kumkujiyan, kîmyabaran û enfal li hember hate kirin, lê belê kurdan ti caran stuyê xwe li ber dijminan netewand û nahînin xwarê.

    ‘KURD DIXWAZIN BIBIN CÎRANEKÎ BAŞ'

    Barzanî got: "Sala par wan bi zelalî ji rayedarên Bexdayê re ragihand ku şirîkatiya li Iraqê rastî şikestinê hatiye û kurd dixwazin cîranekî baş bin, lê belê Bexda ew yek bi xeletî fêm kirin û ew yek weke karta fişarê zanîn û bi cidî berê xwe nedan meseleyê."

    Barzanî behsa referanduma ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê jî kir û tekez kir, ku referandum karta guvaşê nîne û ew dê di 25ê Îlona îsal de referandûmê saz bikin û dê gelê Kurdistanê jî biryarê li çarenivîsa xwe bide.

    ‘QUTKIRINA NANÊ GELÊ KURDISTANÊ JI ENFAL Û KÎMYEBARANÊ KÊMTIR NÎNE'

    Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi helwest û siyasetên hikûmeta Iraqê li hember gelê Kurdistanê piştî qonaxa sala 2003ê kir û wiha pê de çû: "Qutkirina nanê xelkê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kêmtir ji enfal û kîmyabaranê nîne, lê ti kes jî li ser wê tawana mezin deng nekir."

    'DERMANÊ BÎRÎNA GELÊ KURD SERXWEBÛNE'

    Mesûd Barzanî destnîşan kir ku gelek birînên kûr di dilê millet Kurd de hene û got: "Tekane dermanê wan birînên kûr ên di dilê me de, û dermanê kîmyabaran û enfal û birîna birayên me yên kurdên Êzidî, tenê çûna berev serxwebûna Kurdistanê û rizgariyê ye."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    ENKS: Em dikarin ji bo referandûma serxwebûnê çalekiyan li dar bixin
    Mûeyed Teyib: Raya giştî ya cîhanê ligel referandûma Kurdistanê ye
    Serfermandarê Îranê: Referandûma Kurdistanê nayê qebûlkirin
    ‘Partiyên bakûr, piştgirê referandûma serxwebûna başûr in'
    Etîketan:
    birîn, kurd, serxwebûn, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de