00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    Welatekî din konsolxaneya xwe li Kurdistanê vedike

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 166 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî Balyozê Bengiladeş ê li Iraqê Ebo Meqsud Furhad kir.

    Ebo Meqsud Furhad kêfxweşiya xwe li hemberî serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û silavên Xatûn Şêxe Hesîne Wacid Serokwezîra Bengiladişê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re kir.

    Herwiha balyoz behsa rewşa revend û karkerên bengiladeşî li Îraq û Herêma Kurdistanê kir û got: "Ji bo baştir birêveçûna karûbarên wan karkerên ku di warên cuda de li Herêma Kurdistanê kar dikin û ji bo pêşxistin û berfirehkirina têkeliyan, Hikûmeta Bengiladeşê biryar daye konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke."

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya serdanan Balyozê Bengiladeşê ji bo Hewlêrê kir û bi rêya wî silavên xwe ji xatûn Şêxe Hesîne serokwezîra Bengiladeşê re şandin û got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de bi Bengiladeşê re pêş bixe û herwiha, behsa dîrok û qurbanîdanên gelê Bengiladeşê yên ji bo azadî û serxwbûnê kir."

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
    Herêma Kurdistan: Serokê DAIŞê Bexdadî sax e
    Berpirsa Ofîsa Koçberan a NYyê: Kurdistan baştirîn cih e ji bo koçberan
    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Etîketan:
    Bengkadeş konsolxaneya xwe vedike, Ebo Meqsud Furhad, Nêçîrvan Barzanî, Bangladeş, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de