00:47 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    Dema aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê diyar bû

    © Foto: krg.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    Lijneya Bilind a Referandumê îro bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civînek li dar xist. Di civînê de biryar hat dayîn ku hetanî du hefteyan parlamento were aktîfkirin.

    Li gorî nûçeya K24ê, Lijneya Bilind a Referanduma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Lijneyê di daxuyaniya xwe de got: "Lijneya Bilind a Referanduma serxwebûna Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û beşdariya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên netewî û olî civiya."

    Di civînê de, Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê bi hûrî amadekariyên referandumê di roja xwe diyarkirî de xistin rû û amadehiya temam a komîsyonê ji bo temamkirina pêdewîstiyan û birêvebirina referandumê di roja 25 Îlona 2017an de ragihand.

    Li gorî daxuyaniyê di civînê de 3 biryarên girîng hatin girtin. Yekem; civînê Birêz Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî bi pêkanîna şanda danûstandina ligel Bexdayê raspard. Duyem; civînê biryar da ku hetanî du hefteyan Parlementoya Kurdistanê dest bi kar bike

    ji bo çareserkirina pirsgirêkan û çareseriya pirsgirêkan. Sêyem; derbarê perensîpên pêkhateyan û sekretariya Lijneya Bilind a Referandumê bîr û boçûn hatin guftûgokirin.

    Bi heman mijarî:

    Mesihî dixwazin vegerin ser Herêma Kurdistanê
    Jay Garner: Divê Amerîka baregeheke mezin a leşkerî li Kurdistanê veke
    Li Efrînê di protestoya Tirkiyê de Ala Kurdistanê hat qedexekirin
    Îsraîl: Serxwebûna Kurdistanê mafê kurdan ê xwezayî ye
    Edhem Barzanî: Serokê Goranê got, serxwebûna Kurdistanê mafekî pîroz e
    Etîketan:
    Dîroka aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê diyar bû, Lijneya Bilind a Referandumê, Serokê Herêma Kurdistanê, Kosret Resul Elî, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de