23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê

    Kurdên kakeyî soza tolhildanê dan

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15620

    Hat ragihandin ku hêza pêşmergeyên kakeyî yên li gundên başûrê navçeya Daquqê soz dan ku li hember êrişên terorîstên DAIŞê tola xwe bistînin.

    Milîtanên rêxistina terorîst ên DAIŞê şeva 26ê Tîrmehê bi ser gundê Elûd Paşa ya navçeya Daqûqa Kerkûkê de girtibûn û di encamê de ji heman malbatê 4 kes kuştibûn û 5 kesên din jî revandibûn.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, terorîstên ku herêmê baş dizanin jî bi grûba êrişkar a DAIŞê re ye. Pêşmergeyên kakeyî dibêjin em li hemberî revandina jin û keçên kakeyiyan bêdeng namînin û dê tolê ji wan hilînin.

    Yek ji xizmê kuştiyan Rehman Husamedînê 15 salî ku hê jî kêliya kuştina dayik û bavê wî li ber çavê wî ye û konê sersaxî yê malbata wî li erdê ye çeka xwe hilgirtiye û vegeriyaye gundê xwe.Husamedîn di axaftina xwe de got: " Ez ê cihê bavê xwe bigirim û tola bistînim: Ez ti caran nahelim xwîna bavê min vala biçe. Niha ez li cihê wî me. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe dê şer bikim. Ez ê ji bo bav, dayik û xwîşka xwe şer bikim."

    Herwiha Cîgirê Fermandarê Fewca Kakeyî Ferhad Nezer Kakeyî jî got: "Em her dem amade ne di oxira Kurdistanê de canê xwe bikin gorî. Li ser vê bûyerê jî em tundtir bûne. Eger ew li ser me bibin gef, em jî dê bibin gefa ser wan. Em bi eşkere dibêjin, heke ew jinên revandine bernedin, em ê derbeyên herî giran li wan bixin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdên Kakeyî piştgirîyê didin referandûma serxwebûna Kurdistanê’
    Fermandarê Pêşmerge: Gefên Îranê me natirsîne û em amade ne bersivê bidin
    Fermandarê Pêşmerge: Em destûr nadin ti hêzek derbasî sînor bibe
    Serfermandar: Ti kes nikare çekên giran ji Pêşmerge bistîne
    2 hezar keçên Êzidî dixwazin bibin Pêşmerge
    Etîketan:
    Pêşmergeyên kakeyî soza tolhildanê dan, Rehman Husamedîn, Ferhad Nezer Kakeyî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de