02:04 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    ‘Gefa herî mezin a li hember dewleta kurdî Îran e'

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7820

    Endamên Kongreya Amerîkayê ragihandin ku Îran gefa herî mezin e li pêşiya avabûna dewleta kurdî ye û eger Îran hewl bide êrîşê Kurdistanê bike yan jî bixwaze dagir bike, li hember vê Amerîka bê deng namîne.

    Endamê Kongreya Amerîkayê Trent Franks diyar kir ku eger Îran hewl bide êrîşê Kurdistanê bike yan jî bixwaze dagir bike, li hember vê Amerîka bê deng namîne û got: "Ez bawer dikim di rewşeke wiha de, li hember dagirkeriya Îranê, ji bo parastina kurdan çi pêwîst be em ê bikin."

    Endamê Kongreya Amerîkayê Steve King jî got: "Bi nêrîna min guhertina rejîma Îranê rêya herî baş e ji bo çareserkirina krîza asêmayî ya atomî ya Îranê. Bi guhertina rejîmê dê pêewendiyên dostane di navbera hikûmeta nû ya Îranê û kurdan de jî sazbibin."

    Her çi qas Kongresa Amerîkayê siyaseta derve ya Amerîkayê amade nakin jî lê weke desthilata yasadanînê, kongre saziyeke giring e. Ji bo ragihandina şer divê serokê Amerîkayê rizaya kongreyê werbigre. Kongre dikare yasa derbixe da ku hevkariya darayî û serbazî ji Kurdistanê re were kirin.

    Bi heman mijarî:

    Jay Garner: Divê Amerîka baregeheke mezin a leşkerî li Kurdistanê veke
    Li Efrînê di protestoya Tirkiyê de Ala Kurdistanê hat qedexekirin
    Îsraîl: Serxwebûna Kurdistanê mafê kurdan ê xwezayî ye
    Edhem Barzanî: Serokê Goranê got, serxwebûna Kurdistanê mafekî pîroz e
    Serokwezîr: Em berê tankan nadin Kurdistanê
    Etîketan:
    kurdî, dewlet, gef, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de