02:02 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê dixwaze bi Erdogan re hevdîtin bike

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 152 0 0

    Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ragihand ku di hevdîtina bi HUDAPAR re ya ji bo referandûmê erenî derbas bûye û HUDAPAR piştgiriya xwe yê bo referandûmê ragihandiye. İnsîyatifê ji bo piştgirîya referandûmê ji parlamenterên kurd yên di parlamentoya Tirkîyeyê nameyek amade kirîye û dixwazin bi Erdogan re jî hevdîtin pêkbînin.

    Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ya ku li Amedê piştî komxebata partî û saziyên kurd ji bo piştgirirîya referandûma serxwebûna Herema Kurdistanê hat avakirin xebatên xwe berdewam dike. Endamê Sekreteryaya İnsîyatîfê û Serokê PAKê Mustafa Ozçelik di derbarê xebatên Însîyatîfê de hinek agahdarî dan. Ozçelik anî ziman ku ji bo partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, sîyasetvan, rewşenbîr, nîvîskar û rojnamevanan deklerasyonek hate amade kirin da ku piştgirîya referandûma serxwebûnê bikin.

    ‘HUDAPAR PIŞTGIRİ DIDE REFERANDUMÊ'

    Însîyatîfê biryar da ku bi HAKPAR, HDP, HUDAPAR, AKP û CHP re hevdîtinan pêk bîne. Mustafa Ozçelik got "Di roja 24ê Tirmehê de li gel HAKPAR û HUDAPARê cuda cuda hevdîtin pêk hatin. Di destpêkê de jî me bang li HAKPARê kiribû ku bibe banger ji bo komxebatê, lê ew nehatibûn. Di hevdîtina piştî Komxebatê de jî HAKPARê weha got ‘Em niha beşdarî vê însîyatîfê nabin. Bernameyeke me ya taybet ji bo piştgirîya referandûma serxwebûnê heye. Di rojên pêş de heger pêwîstîya bi hevdu re kar kirina me û we bê holê, emê di Rêveberîya partîya xwe careke din vê meseleyê binirxînin û biryarekê bidin'. Di hevdîtina bi HUDAPARê re di derbarê xebatên însîyatîfê de agahdarî hate dayîn û ji bo piştgirîya referandûmê pêwîstîya dengekî xurt hate ziman. HUDAPAR di vê hevdîtinê de helwesteke pozitîf nîşan da û piştgirîya xwe ji bo referandûmê anî ziman."

    ‘EM DIXWAZIN ERDOGAN Jİ BIBİNIN'

    Mustafa Ozçelik ragihand ku ji bo hevdîtên bi seferatên hinek dewletan yên li Tirkîyeyê û hevdîtinên bi dezgehên sivîl yên Tirkîyeyê re jî dê hewldanên wan hebin.

    Ji bo hevdîtina li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Komîsyona Bilind ya Referandûmê, partîyên sîyasî yên û rêveberên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xebatên wan hene û got "Em dixwazin bi Serokê Komara Tirkîyeyê rêzdar Recep Tayyip Erdoğan jî bibînin. Ji bo vê jî hinek hewldanên me hene. Beşeke xebatên me jî ji konferans û civînên girseyî dê pêk werin. Li gelek bajarên kurdan û Tirkîyeyê konferans û civînên ku akademîsyen, sîyasetvan, rûsipîyên me, rewşenbîr û nivîskar û gelê me dê beşdar bibin em ê li dar bixin."

    ‘JI BO PARLAMANTERÊN KURD NAMEYA PİŞTGIRİYA SERXWEBÛNÊ'

    Li gor agahdariyên ku Mustafa Ozçelik dan însîyatîfê ji bo hemû parlamenterên kurd yên di Parlamentoya Tirkîyeyê de ne nameyek amade kirîye da ku piştgirîya referandûma serxwebûnê bikin. Ev nameye yek bi yek ji parlamanteran re dê bê şandin. Ozcelik ev bang kir: "Em bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên li bajarên kurdan, Tirkiyeyê û li her çar aliyê cîhanê dikin da ku piştgirîya "Erê" ya referandûmê bikin. Em bi taybetî bangî xuşk û birayên xwe yên başûr dikin ku bi beşdarîyeke herî zêde û ‘'Erê''yeke herî bilind derîyê serxwebûnê vekin. Ev herweha wazîfeyeke dîrokî û netewîye jî."

    Însîyatîf ji van kesan pêk hatîye: Berdevkê Hereketa Azadî Ayatullah Aşitî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDK-Tyê M. Emin Kardaş, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Serokê Giştî yê OSPyê Sinan Çiftyurek, Parlamenterê berê yê Parlamentoya Tirkîyeyê Mahmut Kiliç, hiqûqnas Sebahattin Korkmaz, nivîskar Fikri Amedi, karsaz Ferda Cemiloglu, bijîşk Ekrem Bilek, hiqûqnas Mehmet Celal Baykara, mamosteyê zaningehê Yaşar Abduulselamoglu.

    Bi heman mijarî:

    Mûeyed Teyib: Raya giştî ya cîhanê ligel referandûma Kurdistanê ye
    Serfermandarê Îranê: Referandûma Kurdistanê nayê qebûlkirin
    ‘Partiyên bakûr, piştgirê referandûma serxwebûna başûr in'
    Balyozê Sûriyê: Şam ji bo referandûma Kurdistanê destwerdanê li Iraqê nake
    Brett McGurk: Em dema referandûma Kurdistanê rast nabînin
    Etîketan:
    kurd, piştgirî, serxwebûn, referandûm, însiyatîf, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de