19:30 18 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG

    YPG hişyar kir: Tirkiyeyê nesekine em ji Reqayê vedikişin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21850

    Fermandarê YPGê Sîpan Hemo di derbarê şerên di navbera şervanên YPGê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku Tirkiye piştgiriya wan dike ya li Efrînê de axivî, "Eger êrişên Tirkiyeyê li ser Efrîn û Şehbayê dewam bikin, dê operasyona Reqayê dewam neke."

    Fermandarê Yekîneya Parastin a Gel (YPG) Sîpan Hemo rahihand ku eger êrişên li ser Efrînê û Şehbayê dewam bikin, dê ji operasyona Reqayê vekişin û got: "Me vê biryara xwe ji hêzên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike re ragihand. Me vê mijarê bi koalîsyonê re parve kir. Eger êrişa dewleta Tirkiyeyê li ser Efrînê û Şehbayê dewam bike, dê operasyona Reqayê dewam neke."

    Artêşa Tirkiyeyê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    ‘WATEYA ŞERÊ LI REQAYÊ NAMÎNE'

    Hemo wiha pê de çû: "Koma Ceyş-ul Tûvarê ku beriya operasyona Reqayê, bo parastina herêma Şehbayê ku di navbera Kobanê-Efrînê de ye, hatibû peywirdarkirin, eger êriş dewam bike, dê vegerin herêmên xwe. Li gorî ragihandina Sputnik Internationalê ku zanyariyên xwe spartin çavkaniyên ANFê, Hemo: Hêza parastina sereke ya Şehbayê Ceyş-ul Tûvar niha li Reqayê şer dike. Bi zelalî gotin ku êriş dewam bike wateya şerê li Reqayê namîne. Em jî di heman fikre de ne."

    ÇI BIBÛ?

    Hefteya borî li gundê Ayn Daqnayê ya li herêma Şehbayê di navbera şervanên YPGê û milîtanên ASAyê de ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dike de şer derketibû. Hatibû eşkerekirin ku şer ji ber xwestina pêşveçûna ASAyê derketiye.

    Bi heman mijarî:

    YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne
    YPG: Amadekarîyên Tirkiyê yên ser sînorê Sûrîyê 'ragihandina şer' e
    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da
    Wezîrê Tirk: Mattis teyîd kir ku Amerîkayê ji neçarî YPG tercîh kiriye
    Etîketan:
    operasyon, êriş, YPG, ANHA, Sîpan Hemo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de