03:52 21 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge Ala Kurdistanê

    Mesrûr Barzanî: Em mafê serxwebûnê wekî hemû miletên dinyayê ji bo xwe jî dixwazin

    © AFP 2017/ AHMED DEEB
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (167)
    0 57 0 0

    Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî li konferansa “Kurdistan Hepeymana Stratejîk a Amerîka” ku li Washingtonê tê lidarxistin gotarek pêşkeş kir. Barzanî got, ‘Şerê DAIŞê nîşan da ku Kurdistan ne parçeyek ji Iraqê ye.’

    Di konferansa ku li Kongreya Amerîkayê 28ê Tîrmehê bi hevkariya The Washington Times û Kurdistan24 TVyê tê lidarxistin de, nirxandin û axaftinên li ser referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an berdewam dikin.

    Barzanî di axaftina xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman ku mijarên referandûm û serxwebûna Kurdistanê li Kongreya Amerîkayê têne nîqaşkirin

    ‘BEXDAYÊ BIXWE NÎŞAN DA KU KURDISTAN NE PARÇEYEK JI IRAQÊ YE'

    Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê da zanîn: "Şerê bi DAIŞê re nîşan da ku Kurdistan ne parçeyek ji Iraqê ye. Ne ku me ev nîşan daye, Bexdayê bixwe nîşan da. Em mafê serxwebûnê ku ji bo hemû miletên dinyayê hatiye dayîn ji bo xwe jî dixwazin. Em dixwazin Neteweyên Yekbûyî (NY) jî vê yekê bibîne."

    ‘LI GOR ME DEM DEMA SERXWEBÛNÊ YE'

    Mesrûr Barzanî bersiv da hincetên ‘Dema DAIŞê êrîşê Kurdistanê kir ji bo serxwebûnê dem ne guncaw bû, lê niha DAIŞ ber dawîbûnê ve diçe û dîsa dem ne guncaw e' û got: "Ji we dipirsim dê kengî dem guncaw bibe? Li gor me dem dema serxwebûnê ye."

    ‘WERIN EM RÊBAZA KURDISTANÊ BICERIBÎNIN'

    Barzanî herwiha da xuyakirin ku madem li dema parastina yekbûna Iraqê DAIŞ derketiye, werin em rêbeza bi hebûna Kurdistanê biceribînin.

    Barzanî got ku ew dixwazin pirsên ku nebûna çare ji kêşeyan re bi rêyên aştîyane çareser bikin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (167)

    Bi heman mijarî:

    'Eger hewldana derbeyê di 48 saetan de têk neçûya, li Tirkiyeyê şerê naxweyî rû dide
    Kerîm: Piştevanîya referandûmê roj bi roj zêde dibe
    ‘Rûsyayê ti caran hewil nedaye pêwendiyên bi Amerîkayê re xera bike’
    Li Helsînkiyê wesayît da ser qerebalixê: Kesek mir gelek jî birîndar hene
    Lavrov û Tillerson bersiva Rûsyayê ya li dijî Amerîkayê axivîn
    'Kesên ku destûra têketina welatiyên rûsî bo Moldovayê nedan, dê hesabê bidin'
    Etîketan:
    Amerîka, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de