20:29 17 Tebax 2017
Zindî
    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm

    Kerîm: Piştevanîya referandûmê roj bi roj zêde dibe

    © Foto: Public Domain / Kerkûk
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)
    0 16 0 0

    Parêzgarê Kerkûkê û endamê Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm, li konferansa “Kurdistan Hepeymana Stratejîk a Amerîka” ku li 28ê Tîrmehê li Washingtonê birêve diçe û gelek kesayetên Amerîkî tê de beşdar in, axivî.

    Necmedîn Kerîm bal kişand ser ku xelkê Kurdistanê di mijara referandûmê de yekgirtî ye û got: "Me qurbaniyên mezin dane, heger li dîroka Iraqa nû binêrin, ma ti demê bi yeksanî û wekhevî bi pêkhateyên din re nehatiye danûstandin. Bi dirêjahiya dîrokê mafê Kurdan nehatiye dayîn ku mafê xwe bidest bixe."

    KERÎM: REFERANDÛM LI NAVÇEYÊN NAKOK JÎ TÊ KIRIN

    Kerîm destnîşan kir, "Piştevaniya referandûmê ji aliyê partiyên Kurdistanî ve roj bi rojê zêde dibe" û wiha domand: "Referandûm li navçeyên Kurdistanî yên ji Herêma Kurdistanê hatine birîn jî tê kirin û hemû pirsgirêk ligel Bexdayê tên çareserkirin, ku şandekê diyar dikin bo gotûbêjkirina wan pirsgirêkan."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)

    Bi heman mijarî:

    ‘Rûsyayê ti caran hewil nedaye pêwendiyên bi Amerîkayê re xera bike’
    Li Helsînkiyê wesayît da ser qerebalixê: Kesek mir gelek jî birîndar hene
    Lavrov û Tillerson bersiva Rûsyayê ya li dijî Amerîkayê axivîn
    Federasyona Bakurê Sûriyê dema hilbijartinê diyar kir
    'Kesên ku destûra têketina welatiyên rûsî bo Moldovayê nedan, dê hesabê bidin'
    Li Hamburgê êrişa bi kêr: Mirî û birîndar hene
    Etîketan:
    Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de