14:59 21 Tebax 2017
Zindî
    YNK

    Ji Cîgirê Serokê YNKê Mele Bextiyar bo rêvebiriya Bexdayê peyvên giran

    © Foto: www.pukpb.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8820

    Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar ragihand ku 14 sal in Bexda mafê kurdan dixwe, lewma bi ti awayî baweriya me pê nemaye.

    Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar di axaftina xwe de got: "Kurdan gelek bedelên giran dan. Digel vê rêvebiriya Bexdayê ev 14 sal in mafê kurdan dixwe û mueyîdeyên ekonomîk û siyasî li ser Kurdistanê disepîne. Lewma baweriya me bi Bexdayê nemaye."

    ‘WÊ RÊJEYA DENGÊ ERÊ YÊ SILÊMANIYÊ JI YA DIHOK Û HEWLÊRÊ NE KÊMTIR BE'

    Mele Bextiyar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ti welatek bi giştî ne li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ye.YNK li seranserê Kurdistanê piştgirê herî mezin ê referanduma 25ê Îlonê ye. Di referanduma serxwebûnê de wê rêjeya dengê erê yê Silêmaniyê ji ya Dihok û Hewlêrê ne kêmtir be."

    Bextiyar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hetanî serê sala 2018an wê hemleyên reformên ekonomîk ên Kurdistanê encam bidin û li Kurdistanê rewşa ekonomîk dê rast bibe."

    Bi heman mijarî:

    Serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar: Îranê referandûm red kir û me jî parast
    Mele Bextiyar: Hikûmeta Iraqê nikare li pêşiya referandûmê bibe asteng
    Mela Bextiyar: Dibe referamdum di meha tebax an jî îlonê de be
    Mele Bextiyar ji bo serxwebûnê got: Divê hemû kurd vê yekê cidî bigire
    Mela Bextiyar: Tu kes nikare li Şingalê kantonê ava bike
    Etîketan:
    Cîgirê Serokê YNKê, Mele Bextiyar, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de