22:16 17 Tebax 2017
Zindî
    mesûd barzanî

    Serok Barzanî pêşwaziya Doglas Silliman û heyeta pê re kir

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 50 0 0

    Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Doglas Silliman û heyeta pê re kir

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Doglas Silliman civiyan. Li gorî malpera serokatiyê herdu aliyan di civînê de rewşa siyasî li Iraq û Kurdistanê, herwiha rewşa serbazî û şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê gotûbêjkirin.

    Malperê bal kişand vê yeke ku di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistanê, herwiha rewşa serbazî û şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê hate kirin, tekezî li ser berdewamiya piştgirî û alîkariya wî welatî di şerê li dijî DAIŞê de hate kirin.

    Di civînê de herdu aliyan dan zanîn ku derkirina DAIŞê ji Mûsilê nayê wê wateya ku terorîz bi dawî bûye, şerê li dijî terorê pêwîstiya xwe bi hemahingî û alîkariya hemû aliyan heye. Her di wê hevdîtinê de jî behsa rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê hate kirin.

    Bi heman mijarî:

    Edhem Barzanî: Serokê Goranê got, serxwebûna Kurdistanê mafekî pîroz e
    Mesûd Barzanî serokê nû yê Tevgera Goranê pîroz kir
    Barzanî bersiva Ebadî da: Em ti hêzê nas nakin ku zimanê xirab bikar bîne
    Zarîf: Me ji Mesûd Barzanî re got referanduma serxwebûnê nekin
    Fermandarê Iraqê ji Barzanî re nameya serkeftinê şand
    Şerqul Ewset: Ji bo ku suneyên ereb guh nedan Barzanî şikestin
    Etîketan:
    Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, Doglas Silliman, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de