23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Goran

    Şandeya YNKê serdana Tevgera Goran kir

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Şandeke pilebilind a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di bin serokatiya Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resûl Elî serdana Tevgera Goranê kir.

    Goran
    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Li gorî zanyariyan, ev şanda YNKê bi armanca pîroz kirina Serokê Nû û endamên Desteya Rêvebirinê yên Tevgera Goranê serdan pêk hatiye.

    Şanda YNKê li Girê Zergete ku baregeha sereke ya Goranê li wir e, ji aliyê Serokê Nû yê Goranê Omer Seyid Elî ve hat pêşwazîkirin.

    Li gorî medyayên nêzî YNKê, di hevdîtina îro de ji bilî pîrozbahiyên bi boneya hilbijartina serokê giştî û endamên desteya rêvebirinê yên Goranê, her du aliyan derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî gotûbêj kirine.

    Bi heman mijarî:

    Serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar: Îranê referandûm red kir û me jî parast
    YNKê xwest, parlamen çalak bibe û yasaya referandûmê derxe
    Komela Îslamî pêşnîyara PDK û YNKê ya çalakkirina parlamenê red kir
    PDK: Em ji bo referandûmê li benda biryara YNKê ne
    Parlemneterê YNKê bersiva parlementera iraqî da: Projeyeka kurdan heye
    Şandeya PDK û YNKê serdana Bexdayê kir
    Etîketan:
    serdan, pîrozbahî, YNK, Omer Seyid Elî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de