23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    hsd-qsd-hsdê

    HSDê: Yekîneya LGBTÎyan nehatiye avakirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 130 0 0

    Berdevkê Çapameniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî îdiayên avakirina yekîneya LGBTÎyan din av komê de derewand.

    Li gorî ragihandina ARA Newsê Balî got: "Li ser medyaya civakî hatibû parvekirin ku yekîneya hevzayend bi HSDê re li Reqayê şer dikin, hatiye avakirin. Em wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk hevzayendî jî di nav de, rêzê li hemû mafên mirovî digirin. Lê di bin banê yekîtiya me de, tiştek wiha nehatiye avakirin û ti rastiya we nûçeyê jî tine ne."

    Di kovara Newsweekê de hatibû îdiakirin ku bi navê ‘Artêşa Rizgarkirî û Vejînê ya Hevzayendan' li dijî DAIŞê ji aliyê LGBTÎyan ve hatiye avakirine.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    Etîketan:
    yekîne, LGBTÎ, HSD, Mistefa Balî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de