17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Goran

    Şandeya PDKê serdana Tevgera Goran kir

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Serokê Civata Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî li gel şandekî bi armanca pîrozbahiya salvegera damezrandina Tevgera Goran û hilbijartina serok û rêveberiya nû, serdana serokê nû yê Tevgera Goran kir.

    Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê Keçên Kurd
    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Serokê nû yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî û endamên rêveberiya Tevgera Goran pêşwazî li şandeya serkirdetiya PDKê kirin.

    Piştî serdanê Edhem Barzanî ji rojnamevanan re got: "Em hêvîdar in em hemû bi hev re ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî gavan bavêjin. Pêwîst e ji bo paşeroja vî gelî em yekrêziya nav mala kurd biparêzin."

    Barzanî wiha pê de çû: "Armanca serdana me ya îro pîrozbahiya hilbijartina serkirdetiya nû bû. Em ji wan re serkeftinê dixwazin."

    Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî jî diyar kir ku di hevdîtinê de behsa pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî kirine û wiha axivî:

    Goran
    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    "Me tekez kir, ku pirsgirêk her çi dibin bila bibin, divê bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Divê em yekrêziya nav mala kurd biparêzin. Divê hemû pêngavên ji bo paşerojê bi hevre û yekgirtî bên avêtin. Divê em yek deng û yek îrade bin. Divê hemû alî li hember nêrîna aliyê din rêzdar be û îradeya xwe bi ser ya din de nesepîne. Bi hevre pirsgirêk werin çareserkirin."

    Hacî got: "Hatina vê şandê jî diyar dike, ku hewldanek heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Hêvîdar in hemû pirsgirêk li ser maseya guftûgoyan werin çareserkirin."

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Goran serokê xwe yê giştî hildibijêr e
    Rêvebera Tevgera Goranê: Goran amade ye bi PDKê re bicive
    Tevgera Goran û Komeleya Îslamî beşdarî civîna Barzanî nabin
    Tevgera Goran: Em li dijî wî şerî ne ku kurd hevdu dikujin
    PDK bi YNK, Goran û Tevgera Îslamî re dicive
    Etîketan:
    serdan, pîrozbahî, Edhem Barzanî, Omer Seyîd Elî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de