23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Tank

    Serokwezîr: Em berê tankan nadin Kurdistanê

    © AP Photo/ Mindaugas Kulbis
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22230

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna xwe ya çapemeniyê de ragihand ku em rêzê ji biryara gelê Kurdistanê re digrin, lê biryara referandumê di Destûra Bingehîn a Iraqê de tineye.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna xwe ya çapemeniyê de got: "Em rêzê ji biryara gelê Kurdistanê re digrin û em nikarin vê daxwazê bi tankan bidin rawestandin, lê biryara referandumê di Destûra Bingehîn a Iraqê de tineye."

    Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em daxwaza gelê kurd fêhm dikin û em dizanin di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji hêla ekonomîk û polîtîk ve hinek pirsgirêk jî hene. Lê divê rêvebiriya Kurdistanê rêbazên aştiyane ji dest bernede."

    ‘TANK NAKEVIN DEWRÊ'

    Ebadî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku hinek pirsgirêj hene em nikarin berê tankan bidin wir. Nêrînên me her çiqas cuda bin jî nabe mirob bi zorê mudaxeleya însanan bike, bilaqis divê mirov guhdar be. Divê rêvebiriya Kurdistanê di mijara referandumê de ne lezgîn be."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
    Barzanî bersiva Ebadî da: Em ti hêzê nas nakin ku zimanê xirab bikar bîne
    Ebadî bangî Tirkiyeyê kir: Hêzên xwe ji axa me vekişînin
    Ebadî: Referandûm li dijî destûrê û berjewendiya Kurdan e
    Barzanî rizgarkirina Mûsilê li Ebadî pîroz kir
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de