21:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîsên Iraqê û Pêşmerge li Kerkûkê

    Şanda Bazirganî ya Qeterê serdana Kerkûkê kir

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Ofîsa Parêzgeha Kerkûkê ragihand ku Şanda Jûra Bazirganiya Qeterê serdana Kerkûkê kiriye û bi Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm re li ser veberhênanê gotûbêj hatiye kirin.

    Di daxuyaniya Ofîsa Parêzgeha Kerkûkê de hat ragihandin ku Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di civîna ligel şandeya Qeterî de bi kurtasî behsa rewşa siyasî, ewlehî û aboriya Kerkûkê kiriye û wiha hat gotin: "Di salên 1920an ên sedsala bihûrî de yekem bîra petrolê li vî bajarî hatiye dîtin, lê ji ber siyaseta zalim û dîktatoran, jîngeha guncaw a vî bajarî di sektora aborî de hatiye wêrankirin û siyaseta qirkirina netewî li ser niştecihan hatiye cîbicîkirin."

    Necmedîn Kerîm ji şanda Qeterê re diyar kir, Rêveberiya Kerkûkê ji bo veberhênanê gelek hêsankarî kiriye ku bi vê rêya veberhênanê dikarin geşe bidin hemû sektoran û bi vî awayî ji bo bi hezaran xortên wî bajarî dê deriyê kar vebe.

    Federica Mogherini
    © REUTERS/ Francois Lenoir
    Kerîm bi bîr xist ku daketina bihayê petrolê û şerê DAIŞê, bandoreke neyênî kiriye ser hewldanên hikûmeta federalî ya li ser geşepêdana karê veberhênanê li Kerkûkê.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, Serokê Şanda Jûra Bazirganiyê yê Qeterê ji ber serdana xwe ya bo Kerkûkê kêfxweşiya xwe aniye ziman û diyar kiriye ku dê li ser veberhênanê Jûra Bazirganiyê ya Qeterê amadekariyên xwe bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Termê xortê Kurd hat dîtin
    Rojnamevanê Rûsî: Tirkiyê berî niha jî ji Rûsyayê çek kirîn
    Balafirên şer ên tirk li dijî baregehên PKKê operasyon pêk anîn
    Êrişa DAIŞê hat şkandin: Fermandar jî di nav de 19 DAIŞî hatin kuştin
    Rêberê Şîayên Iraqê partiyeke nû damezirand
    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de