09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Serokwezîr peyam ji Goranê re şand

    © Foto: Screenshot via File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke pîrozbayê ji Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seydî Elî re şand.

    Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de hêviya serkeftinê ji serokê nû û endamên Desteya Rêvebirinê ya Tevera Goranê re xwest û pîrozbayî li Serokê Nû yê Goranê Omer Seyid Elî dike.

    Barzanî got: "Bi wergirtina meqamê yekemê hêzeke girîng a siyasî li Herêma Kurdistanê weke Tevgera Goranê, hûn ê birêz qonaxeke nû ya xebat û erk û berpirsatiyê digirin ser milê xwe, û heleqeyeke din jî dixin ser wê zencîra xebat û têkoşîna ku bi salên dûr û dirêj û temenek ji pêşmergetî û xebat û kurdayetî ya di ber Kurdistanê de, we daye."

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha geşbîniya xwe bi hilbijartina Omer Seyid Elî weke serokê nû yê Goranê anî ziman û wiha pê de çû:

    "Em bi hêvî û geşbîniyê ve berê xwe didin wergirtina wê meqamê nû ji aliyê we ve, hêviya me jî zêde ye, ku armancên hevbeş ên hemû hêz û alî û pêkhateyên Kurdistanê di dabînkirina mafên rewa yên gelê me de, dibe sedem ku em hemû pêkve li gel we yê birêz û Tevgera Goranê û aliyên din bikarin çareseriya pirsgirêkan bikin û ew derfeta ku îro ji gelê Kurdistanê re hatiye pêş, bi baştirîn şêwe bo berjewendiya Kurdistanê û bicihanîna maf û xewnên wê, ku bi dirêjahiya sedan sal xebat jê re kiriye û şehîd û xwîn û qurbanî jê re daye, mifayê jê werbigirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Trump: Obama ya pêwîst bikira, niha Îran û Rûsya ne li Sûriyê bûn
    Mûcîzeya pîlotajê ya MAKS-2017an
    Li Amedê bi çekan êrîşî emnîyetê kirin
    Ji bo S-400an ne peymana dawî, peymana prensîbê hatiye îmzekirin
    Amed: Polîsan destûr neda parlamentarên HDPê balîf û kartonan bixin parkê!
    Termê xortê Kurd hat dîtin
    Rojnamevanê Rûsî: Tirkiyê berî niha jî ji Rûsyayê çek kirîn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de