21:51 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Şingal

    'Plana avakirina Şingalê hat danîn'

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Qeymeqamê bajaroka Şingalê Mehme Xelîl ragihand, berî salvegera karesata Şingalê avakirina bajêr destpê dike û ew dixwazin Şingala wêrankirî bibe muzexane.

    Li gor nûçeya BasNewsê Qeymeqamê Şingalê Mehme Xelîl diyar kir, plana avakirina Şingalê û vegerandina penaberan hatiye danîn û got, ew daxwazê ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin alîkariya penaberan bikin daku vegerin deverên xwe.

    Xelîl destnîşan kir, 3yê Tebaxê dê salvegera karesata Şingalê were yadkirin û got, "Em daxwaz dikin berî vê rojê dest bi avakirina Şingalê û vegerandina penaberan bikin."

    Qeymeqamê Şingalê da zanîn, bi piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana avakirina Şingalê hatiye danîn û ew dixwazin Şingala wêrankirî weke mûzexane bimîne û Şingaleke modern were avakirin.

    Xelîl bi bîr xist, ev sê sal in rêxistinên navnetewî soza avakirina Şingalê dane û heta niha tiştek nekirine. Baweriya me bi Iraqê jî nîne tiştekî bo Şingalê bike û em dizanin ku nake jî. Ji ber ku ji roja karesata Şingalê ve Bexdayê tiştek bo me nekiriye."

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
    Mesûd Barzanî serokê nû yê Tevgera Goranê pîroz kir
    Li Sûrîyeyê şerê li hember terorê berdewam dike
    Kremlînê daxuyaniya Erdogan piştrast nekir
    Demirtaş bersiv da pirsa gelo hûn ê çi wext bên berdan?
    Pûtîn: Hevkariya teknîkî-leşkerî ya bi Iraqê re bi awayeke aktîf dewam dike
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de