02:04 22 Cotmeh 2017
Zindî
    êzidî - jin - komkujî - qetliyam

    Ji bo dîtina her kurdekî xelat tê dayîn

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Kurdên êzdî biryar dane her kesê ku li ser cihê jinên kurdên êzidî yên revandî zanyariyekê bide dê bi milyonek dînar (derdora 800 dolaran) were xelatkirin. Heta niha bi vê rêyê 8 kurdên êzidî hatine rizgarkirin.

    Piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên ewlehî ve ji hefteya borî heta niha 50 kurdên êzdî hatin rizgarkirin û beşek ji wan rizgarkiriyan bi rêya bangewaziya endamên encumena parêzgehê hatin dîtin. Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê yê li Encumena Parêzgeha Neynewa Seydo Şingalî ragihand ku ew weke kurdên êzdî ji bo revandiyan çi ji destê wan tê dikin.

    Seydo Şingalî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Beşek ji wan kurdên êzdî ku hatibûn revandin, bi temamî ji nasnavê xwe yê êzdîtiyê hatine dûrxistin, nav û ola wan hatine guhertine û mejiyên wan hatine şûştin. Em çar endamên êzdî yên li Encumena Parêzgeha Mûsilê, li gel Ofîsa Rizgarkirinê ya ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemahengiyê de ne. Ji bo dîtina xizmên me, em alîkariyên maddî pêşkêş dikin. Niha eger kesekî agahiyek bide me û ew agahiya ku daye, bibe sedema dîtin û rizgarkirina kesek, milyonek dînar (derdora 800 dolaran) em xelat didin." Şingalî herwiha eşkere kir, ku heta niha 8 kes bi vê rêyê hatine rizgarkirin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Nadiya Murad li Parlamentoya Îsraîlê behsa kurdên êzdî kir
    Di nava 48 seetên borî de 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin
    Malbata kurdên êzdî ku ji 14 kesan pêk dihat ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Li 20 welatan bêdengî ji bo jinên êzdî
    Piştî rizgarkirina Şengalê 2500 malbatên kurdên êzdî vegeriyane Şengalê
    Etîketan:
    Kurdên êzdî, Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê yê li Encumena bajarê Mûsilê, Seydo Şingalî, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de